peřesêlkeyek

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  597 views
hefteyeke
řûtuqût hełyanwasîwe
çawî awsaw, serî kewtote ser şanî.
pêst twêxêkî damałrawe
ke eybînî:
ełêy kerwêşkêkî leřî,
taze le qulapdirawe
pełexwênî ser konkirêt
diłop, diłop
le dîwarîş hełpijawe.
hefteyeke
ew diłe biçkolaneye
ke her piř be miştê ebê
lokeyeke û azarî mor
azarî şîn heł’emjê
ew diłe biçkolaneye
se’atêkî ceřesdare
hetakû jan quřmîş kat
ew zengêkî xeberdare.
hefteyeke
řûtuqût hełyanwasîwe
ew nehênîyaney le lay bû
bestye bałî peřesêlkey diłî û,
diłîş berew ew şaxane hełfiřîwe.
ewa îsta
leş sardusiř
sardusiř wek
taşê befir
ewa îsta
le mabênî merg û jînda
le pencere biçkolekey ew berewe
çawî lêł bûy serinc eda
ewa îsta beyanîye
xorêkî taze hełhat û
emîş hêwaş
çawî lêk na!