leber tendûrêkda

From the Book:
Keşkolî Pêşmerge
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  549 views
zistan bê, to
wekû zopay jûrekanman
her sûtawî.
hawîn bê, to
wekû byabanî xwarû
piřûkawî.
bem řojgare:
to wek şîşî sûrewebûy
naw kûrekey
asnigerî
ger biçîte ber şemałê
wek ew şîşe û bixrête awgoşt û êsqan,
çizekirdûy
be haławî,
le sed lawe leşt kanî:
kanîy areq
areqî şîn
areqî mor
germ, germ
der’edat û keçî to her
leber demî kiłpekirdûy
ziman ałî,
tendûrêkda řawestawî.
ey naneway em mełbende
ey hawřêy
řîş ardawî
ey birjang û tûkî ser sing
hełkiřûzaw
wek baxekey:
«dê»y ew berî řapêçkiraw.
ey naneway em mełbende
ey hawřêy,
pêş hemûman le xew hestaw!
ba bê nanî
germî qeraẍ zyatir birjaw
ba bê nanî dessûtêner
carcar pişko pêwe nûsaw
ey hawřê!
em komełeman zû têr ke
pelemane, řayîman ke
ey hawřêy řîş ardawî
řêyekî dûrman lebere
kê ezanê carêkî dî
kamman dêtewe bo êre?!