gawirbaẍî, 1946

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  461 views
miqestêk bû
lenaw baxî hejaranda
bebê perwa
geła û gułî deqirtand û
be dîlî eybirdin bo «şa»
şa, paypêkî ser zil bû
qaçî enaye ser qaç û
«řenc»y çewsawey «ekêşa»
řojê «xem»e newtawîyekan
kasey piřyan lêy eřja.
leser řêgey gawirbaẍî
miqestyan girt
geła û gułyan lê sendewe û
daxî diłî baxyan pê řişt
payp, le řiqda agirekey
na be leşî geřekewe
geřek sûta
bełam payp her bew agirey ke nayewe
xwênî giřda
xwênî řencî giřtêberbû
heta ehat gewre ebû
beyanîyek, gawirbaẍî miqestî dî
liç û lêwî hełpaçrawe û
bedyar laşey paypewe
xuř xuř egrîy!