lîre

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  619 views
qełemêkî latulewar
le kuxtî wişeyekêwe
çawî lê bû:
lîreyekyan berew gułê xil kirdewe
guł tînûy bû... lîre witî:
ew řenge sûretim beytê
cogeyek awit edemê!
dwayîş etbem cêt le baxî
şûşebenda bo řa’exem.
gułe witî: şût pê nakem.
lîre witî: bo her to hey?!
gułî tînû êcgar zorin
ewtan na, em!
qełemeke çawî lê bû
milî belarewe girtûy gułe
wirde wirde eşkayewe
qełemeke hestaye pyan
hełbestêkî daye piřme û qułpî giryan
girya û girya
lew giryane perdaxê firmêskî piř kird
be pê petî û beser diřka
bo gułey bird!