îstige

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  572 views
êware bû
bîrim kirdî û lenêwanî dû lûtkewe
pirçekanit daye destim
le hewrêkî awarewe ałandimin,
baran lenawya nûstibû.
ke baran çawî kirdewe
pirçekanit birûskey da û
diłim barî!
bîrim kirdî û bûm be melêk
kiłpem beste bałekanim
le bwarî teme qûłekanim eda
ta hatme lat
lew serewe be sûtanma xot hełwasî û
hatîtewe naw kazîwey hejarekan
bîrim kirdî û le êware ẍemgînewe
min tenyayîm bote îstigey
dabezînî ẍerîbekan!