řapeřîn

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  981 views
berew řûy meşxełanê çûm
demuçawim bû be kwanûy
ew çîrokey
le sermada, heł’elerzî.
berew řûy haje û şetawî
zeryayek çûm
herdû destim bûn be cogey
ew tabloyey
le tînwanda, heł’ewerî.
ke berew řûy
birsêtîş çûm
derûnim bû be meydanî
sûrî dinya û,
řeşuřûtî tya řapeřî.