colane

From the Book:
Kazîwe
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  776 views
dû liqî dû
dargiwêz sûk sûk
colaneyekyan be nobe
řa’ejenî
mindałekeyş lenaw kejawey xewêkî
řengawřenga pê’ekenî
liqe pîrekeyan witî:
to bawkî emit enasî?
liqe lawekeyan serî
bîrçûnewey bo řaweşan
liqe pîreke henase û
axêkî qûłî hełkêşa
witî: bawkî ew pyawe bû
par zistanê
alêrewe
bo gundekeyan eçowe
lew wexteda min leber heresî befra
hawarim lê berz bowe
geyşte lam, bełam sed dax
hetakû minî derhêna
xoy řeq bowe