awiřdaneweyek berew minałî

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  817 views
1
le katêkda ke mindał bûm
destî çepim ḧezî ekird
wek destî mindałî poştey
dirawsêman
se’atêkî tya bê ewîş.
wiřkim egirt
daykim naçar gazî egirt
le meçekim
becêgey «dan»
se’atêkî bo ekirdim
ay, ke diłxoşî ekirdim!
2
le katêkda ke mindał bûm
watey kameranî lay min
leweda bû: le ḧemama
be ser peştemałî cama
fû be kefî sabûna kem
giłopêkî sewz û sûrî,
lê dirust kem!
3
le katêkda ke mindał bûm
le zistana leber tînî agirdana
da’enîştim
serincim eda le pişkoy,
geşawe û ał
wam ḧez ekird, minî mindał
biçme naw pişkokanewe
dabnîşim, bîkem be mał!
4
ke mindał bûm, zor êware
eyannardim
le małî pûre menîce
tirşîyat bikiřim
kam tam lew tame xoştir bû
le dway awiř,
le pêçî tengî kołana
katê yek dû qumî xêram
eda le tirşîyatî naw cam!
5
le katêkda ke mindał bûm
xoşewîstî lam ewe bû:
şewî cejin
ta beyanî çaw hełdênim
legeł xoma des lemlan
pêławî taze binwênim!
6
ke gewre bûm destî çepim
zor se’atî řasteqîney
cwanî, bînî
bełam hîçyan wek se’atî
cêgedanî daykim, leser qoł û destim
weha diłxoşyan nekirdim.
ke gewre bûm
hîç çilçira û giłopêkî jûrekanim
wek giłopî kefî sabûn
pêkenînyan, pê negirtim.
ke gewre bûm
hîç giřêkî zopay êstam
nekirde mał û tya bijîm.
ke gewre bûm hîç xwardinê
tamî ew qume tirşîyatey pê nebexşîm.
ke gewre bûm
hîç kiras û boynbax û qatêkî nwêm
nehênayewe jêr cêgewe
wekû pêławekey cejin
ta beyanî çaw hełdênim
legeł xoma byanniwênim
hîçyan, hîçyan!