babeguřguř

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  612 views
hełbestekanim cogen
çawekanit,
serçawen.
destim
pelupo û liqe
jyanit, řeg û řîşen.
***
bo ałay biłêseket
meçekî lawî
mêjûm.
bo asoy sengereket
xorî xwênî
hełhatûm.
***
be pêşmergey řeşebam,
kûret egeşênmewe.
be birûskey
hewrî zam
şewt eřewênmewe.
***
dengim
lenaw diłtaye.
nawim
wa le şêweta.
henasem le singitaye,
hengawim
le řêgeta.