wêneyek

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  540 views
nek her xoman
bigre hetakû siruştî
awî, şaxî, ta dirextî
naw nîştiman
ême çonîn legeł yeka
ewanîş wan!
***
řûbarekan
katê be derya û gom egen
tif le serçawey xo eken!
dirextekan
ferşî sêber: bo diřkudał
bo çiqłî naḧez, řa’exen
***
şaxîş: serî girdekanî
binar û yał nizmekanî
berdemî xoy piř xwên eka.
dasî girdîş: daristanî
řencî tenîşt, dirwên eka.
***
hewr řiqî le hetawe
hetawîş: sêberî biçûk esûtênê
awîş, le awa xinkawe!