milyoneha û bełam ...

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  564 views
giskî zimanî dirêjman
demî germî xo hełkêşman
çeney şil kird!
le cêgey pîs, pakî małî
xoy sił nekird.
şermî şika
abřûy tika
bû be pengî pisanî gişt
bełam destî çeqawesûy
lebê ’arîy
şermezarî
her, hełnegirt!
***
wekû diłî piř le řişkiman
kirmîş daye çawî mêşkiman.
wekû dezû
demarî hestiman qirçok bû
kewte řizîn.
gyanman çiłês, çawçinok bû
kewte dizîn.
keçî ewsaş her nekewtîn
le xohełdan!
le xoy diroy bezil zanîn!
***
be destî yek pyawetîman
siř kird, xesan!
heta kewtîn
ta boy nûstîn,
bûyn be jinî dagîrkeran
obałîşman xiste milî,
dûr le xoman!
keçî hêşta giskî ziman
giskî nokerî û tefredan
her dirêje
dirêjtire le hî caran.
hatin wityan: ba binûsîn
xwêndewarane binûsîn
kurd çend ebê? çend milyonîn?
ewyan witî: dabeşî keyn
lêşî derkeyn
hêşta bîstîn
ewî tirman şareza bû,
mamosta bû
tomarî gewrey xwêndinî
dway ewrûpaLocationy
le baxeł û le desta bû
«xoy girj kird witî: çon kurd
bîst milyone, eger nebîn
şestîş ebîn
boçî domîn? bo ême çîn?»
hênay birdî, koy kirdewe
koşî ḧisabî xeyałî
bo girtewe ta bûyn be «sî»
dway minceminc, kirdî be çil
witî: heq nabeme jêr gił
awî diro naxomewe
ey kurdî hîndLocation û pakistanLocation
ermenistanLocation, bilûçistanLocation!
çon çonî lebîr bermewe
lem lawe, dû
lew lawe, heşt
ta xeyałî serxoş û mest
jimarekey kirdîn be şest!
***
bîst milyonîn
bełam daxekem nanwênîn,
«sifir» enwênîn!
milyonehayn! bełam berdê
be yekewe nabziwênîn!
milyonehayn!
bełam wek ardî naw diřkî,
ber řeşebayn.
milyonehayn
bełam dûman
be yektirewe nelkayn.
milyonehayn
bełam xawenî milyonê
dił û řêgayn.
milyonehayn
bełam hemû, her serkirde û
qareman û zana û azayn.
milyonehayn
bełam ewetey ême heyn
dîl û řîswayn!
milyoneha, milyoneha
bełam daxekem mamosta
heta êsta
bê cê û řêgayn, le yek winîn
milyonehayn û mijde bê
keçî hîç nîn!