řojjimêrî pêşmergeyek

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 3 minutes  1029 views
1
hewrazî qûç, çawî zatman:
etirsênê.
řêgemarî şewî dujmin
be sermana efîşkênê.
yekem hengawî berew jûr
bo lûtkey berz, bo lûtkey dûr
ejnoy řoştin elerzênê.
bełam eřoyn, çunke espî
şehîdanî lûtkey bê swar,
be sermana eḧîlênê!
2
pêman řûte, diřkudałe
demman wek gełay darî «bî»,
tifit û tałe.
bełam eřoyn, çunke amanc:
têşûy herçiwar werzî sałe.
3
wek diłopeyn:
le asnîşa da’edeyn
be tikey aramî baweř,
piştî jêrdestî kun ekeyn!
4
cêge zamî qûł kwanuwe
xwên, meşxełî giř girtuwe
ta ew zam û xwêne hebin
şax, pêdeşte bo serkewtin!
5
leser «selîbî» kurdistan
leber çawî hemû cîhan
řojî deyan mesîḧî kurd:
ekirên be qurbanîy jyan.
6
mafî mirov, diroyek bû
řojê le řojan le demî:
hełwerî
mêjû, derçû
7
le dway sałê
bêtel hewałêkî damê
witî: dwênê be yek bomba
małeketyan seringûn kird
kest nema!
witim: kewate her bijî
encumenî berzî aştî!
8
le eşkewta, pirsem dana
bo ewaney ta gořîşyan,
nîye lenaw kurdistana!
9
tenya le lûley tifengida
azadîy çawî hełdênê,
heq bang eda.
tenya her le astî çeka
dagîrker milî keç eka!
10
emřo beyanî ke lem ser
kewtîne řê berew senger
jimareman egeyşte
sîy cengawer
katê êware xorinşîn
bo: dabezîn
berew binke geřaynewe
ke danîştîn xoman jimard
de, maynewe!
11
min şa’îr nîm,
bełam eger lêyan pirsîm
kam honrawe pesend ekey
ełêm ewey:
leser lêwî wişekanî zerdexeney minałanî
řûtuqûtî kurdî tyaye
ew honraweyem xoş ewê:
wek pêşmergey tînû waye!
12
le namey mandûy şarewe
le dengî kesukarewe
gułî hewałî piçuřkaw
dêřî giryaw
geyşte lam
noy ḧuzeyranî şest û sê
bû be newrozî mîlletê!
13
ewey epirsê ême çîn?
çon be ser piley mirdina
bo serbestîy ser’ekewîn?
ewey ḧez eka bizanê
bo nabezîn?
ba pirsyar ka, le «hendirîn»!
14
emşew norey êşkigirtin
hate ser min
estêre wîstî bimniwênê
bêhûde bû
ke berebeyan temaşam kird
ew, nûstibû!
15
le nihênîy şaraweda
termî dagîrker ebînîn:
lenaw namey pêçraweda.
16
dengubasî îstigey cîhan
be pele emey řageyan:
ke gîvara
be desřêjê kewt û kujra
bo weramî em hewałe
ke çawman bo kej hełbiřî
her gîvaray pêşmerge bû:
be dujminan pê’ekenî!
17
le gundêkî sereřêda
karwanî zistanî mandû
bo şew lay da
katî nûstin
małe cûtyarî hejarî
xanexwêkem
tenya lêfeyekyan hebû
ewîşyan be zor da be min!
18
mîlî řadyoy řojanî zû
bo hewałî kurd tînû bû
bełam îste bo her laye:
řûy wergêřî
çaw bibřête her cêgaye
dengî neřey řapeřînî
ewî tyaye
19
lenaw govarêkî kona
wêneyekim kewte ber çaw,
lêy nûsrabû: lem řojeda
le gořepanî çwarçira
le sabłaxLocationa!
çwar hełxira.
20
em beyanîye xorim dî
bo dwa řojî newey hatû:
pê’ekenî!