dîwar û dengî xwên

tabloyekî giftugoy honraweyîy ser şanoye
From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 14 minutes  1026 views
dîmen: cêgay bendîxaneye, kat şewe, sê jûrî zîndanî leřîz yekewe dyarin, lenaw her zîndanêka bendêk, be kot û zincîrewe, le hatuçokirdindaye, le berdemî her jûrêkîşa yasawłêkî çetewłî řûgirjumon řawestawe.
bendî yekem:
çîrokî min, legeł çîrokî zemîna
legeł pişkutnî çawî saway jîna
legeł girmey janî hewra
legeł mijdey
tof û řehêłey barîna
legeł yekem çawtirûkey
werzî nasor û azara
legeł şaławî agira
legeł lûrey řeşebada
dest pê eka!
«wiçan»
birûske bûm bo şewezeng.
gerû bûm bo hawar û deng.
tarîkîy bûm bo ser tawan.
zerdexene bûm bo jyan.
«wiçan»
wişey naw peyamî bîrim geşawe bû
xorî ałam şekawe bû
kêwî hêzim le hengawî bizûtna
bûmelerzey řaçenîn bû
nawçewanim le areqî řenc řiştina
cogey bo tînû heł’ebest.
girdî xermanî bo birsî dirust ekird
beheştêkî edaye dest.
wa bûm, le dêrîna wa bûm.
yasawłî yekem:
bełam řûnakîy dêrînî xewî řoştû
xoşîy beheştî řabirdû
xermanî naw xeyałî zû
şikoy mirdû
tirûskeyek naxene naw zîndantewe.
tinokê aw nakene naw,
demî wişkî jyantewe.
bizeyek naden be lêwî piř şîwenit.
wis, bêdeng be
wis, wis, wis be!
bendî yekem:
diłnyabe
heta zamî leşî mêjûm cêy qûłtir bê
heta kispey piř zirîkey
qaymtir bê
heta şewgar dirêjtir bê
- řoj - xoşewîstir ebê lam
bêdeng nabim!
bendî duwem:
«le dîwarî jûrî bendî yekem edat»:
bêhudeye, bêhudeye, gwêt le mine
ewey witit katî bîstinî beserçû
bedaxewe şûrey mabên
dîwarî řeşî mirdine
gwêt le mine?
ber le dîwar
ber le połay hawar xinkên
ber lewey leş kutkut kirê
em qisanet bikirdaye
gwêt le mine?
şûrey mabên, dîwarî řeşî mirdine
ewey witit katî bîstinî beserçû!
biram binû
min wa enûm!
yasawłî duwem:
eger çawî bînîn lêk nêy, bisrewî to
gwêt be tarîkîy em şewe bi’axnî
kiřnûş bo dîwarî mabên berî
bîrkirdinewe le beyanîy feramoş key,
padaştî to le minewe
zincîrêke eykemewe
heta zûtir çawî mêşkit bikeyte xew
zûtir zincîr ekemewe
le bendî şew!
bendî duwem:
witim enûm
des ekeme milî xewê řengawřeng bê
gomî sirewtî zor meng bê
witim enûm
enûm, enûm!
(pał ekewê)
bendî sêyem:
«le dîwarî jûrî bendî duwem edat»:
minîş çawim le bawêşkî naw wenewza
wa exnikê
keştîy bîrim lenaw mêşkêkî kenefta
wirde wirde berew binî
na’umêdîy heł’exlîskê.
kê etwanê be gij dîwarî mirdina
îtir biçê? kê etwanê?
biřyarim da minîş binûm
ay ke mandûm
minîş enûm!
÷yasawłî sêyem:
her tenya xew espî hîwat bo zîn eka
bo kwêt bwê etfiřênê
her tenya dasî tîjî ew
diřkî xefet û pejaret dirwên eka
çît lê bwê
bot ehênê.
hemû şitê lenaw ewa, bê řenc exurê
ta darî ziřîş ber egrê
xew, her tenya xewe ke gwê
le to bigrê.
eger şwên ew espe kewtî
be piştî řût hełîgirtî
eger dîwar pirxey bîstî
eger şewgar xoşî wîstî
ewa minîş çend ełqeyek le zincîrit,
etrazênim!
bendî sêyem:
mandûm, enûm
witim enûm
şeř legeł em dîwareda be min nakirê
taşeberdî em gêçełe
bo ser lûtke be min nabrê
ay ke mandûm
dîwar gwêt lê bê, wa enûm!
(pał ekewê)
bendî yekem:
«be şipirzeyîyewe»
neken, neken
neken biřwa be efsaney şewezengî
pepû biken.
neken legeł ehremena binûn
neken des têkełî xwênî
firîştekey awîsta ken
neken hetaw le derûnî
hîwa derken
neken, neken!
yasawłî duwem:
«be pêkenînewe»
şeqey qamçî leser piştî encinî to,
quřgî azarî nanûsê
amancî řêgey winî to
lałe, îtir çon epirsê!
hawarî to, mêşkî xewtû hełnasênê.
diłî dîwarî em beyne nalerzênê.
binû wekû ewan nûstin.
binû heta marî dîwar.
nekewtote fîşke kirdin, binû, binû!
mird awîstay mêjûy řizîw
mird dengî to
kujayewe xorî pêşû
bendî yekem:
xorêkî tir, dengêkî tir hełdehênim
dîsanewe le nûkewe dest pê ekem
gełay konî dirextî pîr ewerênim.
her le zewîy awîstakey lewewbera,
dîsanewe xwên eçênim
xwênî taze.
ewsa, ewsa
towî xwênim gułegenmî beyan egrê
zamî zewîym, deẍłî mijdey tya sewz ebê
hewrî asmanî şořşim
betaw lêzmey baranî xuř,
diłopî giř
be ser şewî dêmî tînûy çaweřwanma,
ebarênê û
ebê be şayîy şehîdan!
yasawłî duwem:
le lay ême motekey xew,
çokî leser singî bendî şew, dadawe
asmanî dîwar bê hewre, pê’ekenê
des be serî kas û wiřî
şaxî nûstûda ehênê
le lay ême, çemî siruşt bê lafawe
qełbezekan wek gom mengin
kiławřojney derbendekan bê hetawin
pełkezêřîne bê řengin!
yasawłî sêyem:
le lay minîş, całcałokey naw gwêy keřbûn
le şarî nûstû, le mêşkî
xesaw berbûn!
le lay ême nek her nûstûn
bełkû dinyay daremeytî
zîndûy, mirdûn!
lenawyana řêçkey mêrûley nakokî
bo şîrînîy xwênî řijawî yektirî
hełpe eken
çawî yektirî edzin
małekanyan be giłgeçî xwênî yektirîy
swaẍ eden!
bendî yekem:
«betundî le dîwarî mabên edat»:
neken, neken
des le tołey gilêney xinkaw hełgirin
neken des le liqî darî beřûy
beyan ber ben
neken firmêsk leber çawî
dîwarî řeşa hełřêjin
neken goranîy řûnakîy
le singî xema binêjin!
«wiçan»
«le dway ewey hîç dengêk nabîsê û des le hîway weramdanewey ew dîw dîwarekan eşwat, be kizîyewe»:
dengyan lenaw xewa xinka
bîryan be dîwarî řeşa lika
çiray çawyan piř bû le aw
yasawłî sêyem:
kewate îtir asnî sard kutane,
em qisane.
kewate em kołî tarîkîye
bo heł’egrî?
destit berde le dergay «bîr»
lejêr sayey dîwara be
bijî wek dîwar eyewê
wek şewî azar eyewê.
bendî yekem:
ta asnî sard kutanîş, bizûtne.
aw řawesta, řa’ewestim!
eřom be ser şewa eřom
be ser meytî xewa eřom
ejîm, wek - hesan - eyewê
ejîm, hetakû - nûstin û şew - enwênim
«dway pişûyek: bêdengîy ew dîw dîwarekanî bîr ekewêtewe»:
nûstin, xwênyan sarde û meyîw
nûstin, baxî gyanyan werîw
nûstin, xwayan feramoş kird, heta tawan
- hetakû bit, ta bitewan -
şarî sipîy firîştekan qełaço ken.
ta le dewrî dozexekey pîreşeytan,
bezim xoş ken
ta le dûkeła estêrey demuçawî
minał, win ken!
«wiçan»
ke xamoşîy kewte zeng lêdanî mirdin
jyayewe: werzî ziřî bitperistin
hengaw lenaw qisey sarda
bestî û çeqî
na’umêdîy le gişt lawe
serî giryanî derhêna
xem: řaçłekî
ke mergeweř be ser «memPerson»da
be ser gułî «zînPerson»da zał bû
ke řêbwarî awarebûy derûnî çoł
nehatewe, bê hewał bû.
dîwarekan, bitewanî dîwarekan
lay ehrîmen - mêx -yan hêna
mêxî tawan
leser singî mezdey yezdan
le serçawey wişey şî’rî
zerdeştekan
leser memkî daykî korpey
firîştekan, dayan çeqan.
«hełmî xwênî em dinyaye
hêşta çaweřêy sermaye»
yasawłî yekem:
hetakû dîwar têt biga:
bigrî be ser termî mêjûy cwanemerga
be ser dirextî sûtawa
be ser yadî - awîstakey -
dařûxawa!
bigrî, bigrî heta nûstin
swarî espî wiret ebê
bigrî heta çeqo lenaw xwênî germa
bo xewî qûł, şeket ebê!
«wiçan»
ta kwêreřêy em burdineş negîrawe
ta derfetî kiřnûş birdin
- bo bit mawe -
ta şare zerdewałekey her sê dîwar
newrûjawe
zû ke, zû ke
milî agir bo naw zelkawî bezînit
şoř ke û keç ke!
yasawłî duwem:
bo ewey dîwarî yekem diłnya bê
hetaw lay ême bezîwe.
bendekanim nek her xewê,
hezar xewî xoşyan dîwe.
pirxey mêşk, lenaw bendîxaney mina
nek her gořê, gořistanî hełkenîwe!
yasawłî sêyem:
bo ewey dîwarî duwem bêguman kem.
lay min pirsey xewî dîlî
le sêberî bîrçûnewey nawnîşana
le qefî kot û zincîrî bendekana:
bedîy ekem.
bo ewey tirsî sibeynê bixinkênim
çawyanim kird be xełûzan
řûnakîm tya kujannewe!
yasawłî yekem:
dîwarekan çarenûsyan le xetêka
le ełqey girêy petêka
le ahengî dozexêka
be yek ega!
yek biřbiřey şewezengin
eger dirzê cêy kirdewe bo diłope
lenaw şanî yekêkyana
diłnyabin heman – dirze -
lenaw şanî hemûyana
«wiçan»
kewate ey bitewanî dîwarekan
çawî dîwarî hersêkman
her yek çawe,
ba ew çawe be perjînî çeqo bigrîn!
yasawłî duwem:
çonî bigrîn?
yasawłî sêyem:
çon bîgrîn?
yasawłî yekem:
le demarî bendekanman daw eçnîn
yek êşkî dîwarî yektir,
bo yek egrîyn!
min azarit be xwênî gułê eşkênim
to be moxî - momê - hî min
ew çawêkim bo binken ka,
min dirwêney serpeřandin, têgeyştin?
yasawłî duwem:
têgeyştîn, wate hemû
bo řawî xwênî sûr eçîn!
yasawłî sêyem:
dîwar ełê: bewe ejîyn!
«wiçan»
bendî yekem:
«be germî ekewête lêdanî dîwar û, lêw kiroştinî řiq»:
hestin, hestin, hestin, tawan
wa dem ejenête diłtan
hestin, hestin, firya kewn
firyay xwênî jyan kewn
firyay tîşkî xorî gîraw!
firyay baran
firyay nuzey deẍłî sûtaw
hestin, hestin ewa tawan
- cilî zerdeşt leber eka -!
hestin, dîwar biřûxênin
hestin, hestin, xwa řizgar ken!
bendî duwem:
«wirde wirde ekewête cułanewe û çaw ekatewe»:
le gwêy wiřêney naw xewî bizřikawma
le derûnî bin sêdarey hełtutawma
deng ebîsim ełê: dîwar,
ełê: şûrey berdî aza,r biřûxênin
motekey xew, bisûtênin.
kam hewrî deng bû, girmanî?
be gij dîwara çon biçîn?
bit çon bigrîn?
bendî sêyem:
gwêy xewałûm, perdey kasî lerayewe.
zamî çawim be řûnakîy kizayewe.
asogey deng le tarîkîy
zîndana, ziringayewe.
deng ebîsim, dengî zîndû
dengî ew dîw dîwarekan
dengî estêre sûrekan
bełam! dîwar çon eřûxê?
bit çon eşkê?
be kam peyjeda serkewîn?
qełay bitewan çon bigrîn?
bendî duwem:
kam hewrî deng bû, girmanî?
be gij dîwara çon biçîn?
bendî sêyem:
bit çon eşkê?
dîwarî řeş çon eřûxê?
yasawłî yekem:
«be tewsewe»:
be şîrî xew bit bişkênin
le nûstina be pirxey – bîr -
dîwarî řeş biřûxênin!
yasawłî duwem:
dîwarekan çawyan, yeke
hêzî des û qaçyan, yeke
şewezengî diłyan, yeke
çingî xwênawîyan, yeke
yasawłî sêyem:
dîwarekan bo ehremen
leyek kata kiřnûş eben
şwên dengî xinkaw mekewn
be dway agirî dozexa çon řa’eken?
meken, pencey sûtaw bo bit řamekêşin
werin bijîn
legeł dîwarî ezelda werin bijîn!
bendî yekem:
hestin, hestin, hestine ser pê
be dway peyamî winbûda bikewne řê.
bîdoznewe, heta peyam nedoznewe
le řûxanî dîwarî řeş mepirsinewe!
bendî duwem:
bo kwê biřoyn?
le kam şwêna boy bigeřêyn?
bendî sêyem:
şewgar derûnî tarîke, çon bigeřêyn
bo kwê biřoyn?
bendî yekem:
le samałî çawî řûnî mindałana
boy bigeřên.
le baxî singî sûtawî afretana
boy bigeřên.
lew şwêneda boy bigeřên ke birsêtî
tyaya egrî.
lew şwêneda ke dirextî
sewz, werî.
lew cêyeda wişey pakî lê hełwasra
pêẍemberî çakperistî,
têda kujra
lew şwêneda boy bigeřên xoşewîstî
tyaya, ejî!
«wiçan»
le kam lawe hawar û dengî xwêntan bîst
çiray ałay mezdetan dîy
berew ewê
bikewne řê.
bendî duwem û sêyem beyek deng:
xwên dengî kwa gwêman lêy bê?
bendî yekem:
dengî encamî serkewtin, dengî behar
dengî tirîfey asayş
dengî xorî mijdey hatû.
dengî řûxandinî dîwar:
wa le gerûy sûrî ewa
wa le girmey hewrî ewa
wa le çawî ałî ewa
wa le lirfey giřî ewa
bendî duwem û sêyem beyek deng:
çon bînasîn? çon bîbîsîn?
bendî yekem:
menûnewe, awî sard biken be xewda
çiqił biken be gilêney zerûy şewda
pêbkenin be azarî zamî leştan.
pwaz biken be kotere
xoşewîstî be nawnîşan
řê be bełênî newestan!
yasawłî yekem:
ger em care, dîwar le xo burûjênin
encam, çwarmêxekêşane
yasawłî duwem:
leser pişko řawestane!
yasawłî sêyem:
dirwêneye, dirwêneye!
bendî duwem:
gwê girin lêm:
nanûmewe, be şwên peyama egeřêm
xom be dengî xwên enasim
nanûmewe
şew be dirextî hetawa,
heł’ewasim.
nanûmewe carêkî tir,
nanûmewe!
bendî sêyem:
minîş hełsawmete ser pê
nanûmewe ta dîwar kirmeřêz nebê
ta xem giryanî newerê!
nanûmewe.
bendî yekem:
ey hawbîran,
hawbîranî ew dîw dîwar
legeł dengî xwên bîstina
legeł peymanî řoştina
lebîrtan bê çałe newsekanî newt
newtî bała
netanxene hełdêrewe, le bîrtan bê
le bîrtan bê!
bendî duwem:
mêşekanî ser çałe newt
wirûkawin
lenaw yeka le yektirî wirûjawin
řeş eçnewe
news dawî bo nawnetewe,
lebîrmane!
bendî sêyem:
têgeyştûyn, hêzî dîwar legeł bita
legeł bazûy bitewana
legeł kełbey jehrawîy pîreşeytana,
wan lehêzî canewerî çałî newta
têgeyştûyn le bîrmane!
bendî yekem:
desa îtir berewpîrî hawarî xwên
berew çiray jyan, jawên
berew bangî zewîy bizwên
berew dîwar řamałkirdin
berew berew berew mirdin,
heta bijîn.
«wiçan»
«mosîqayekî marşî supayî lê edrê, yasawłekan eşłejên, gwêyan egirin, hersêkyan xoyan exzênne pał yekewe, bendekan ekewne cimucoł û bizûtnewe, kot û zincîrî dest û pêyan epçiřênin.»
bendî yekem:
lay minewe xwên wirûja
lay minewe zewîy mêjû
naxî heja
lay minew mirdin bezîy!
bendî duwem:
lay minewe bitî tawan, textî lerzîy
dengî xwên dê, dengî besam
dengî pêkenînî encam
lay minewe hawarî xwên
gwêy şeytanî şeřî keř kird
lay minewe řeşebay xwên
ałay hełkird.
lay minewe çałe kwêrekanî newt
newsyan, tya mird!
bendî sêyem:
deng dê, deng dê, dengî xwêne
dengî kelley bitpijêne.
lay minewe darî ziřî hezar sałe
jyayewe
lay minewe zerdeşt dîsan
carêkî tir hełsayewe.
lay minewe bû be baran!
baranî jîn.
«hersê yasawłeke be pelepřûzê derbaz ebin, bendekan dîwarekan eřûxênin hersêkyan baweşî yekgirtinewe beyekda ekenewe, lem kateda xor hełdêt.
- perde dakşa -