nexşeyekî hełnewasraw

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  620 views
le dergam da şew gomê bû çiray dengî tya exnika.
le dergam da, çaweřwanîm:
lenaw ełqeřêzî destima meyî
şêwem leser dîwarekan şîn bû, řuwa.
le dergam da
le dergam da
nawim diłopê wişe bû
çemî ferhenge zerdekan qûtyan eda.
weram, pirsyarêkî diz bû be dartelî
serşeqamî şî’rekanma heł’egeřa.
le dergam da, le dergay kurdistanim da
şew gomê bû çiray çawî tya exnika.
kê le małe?
ḧuzeyranî sileymanîLocation pişkoyeke le agirdanî zistanî,
seqizLocationda egeşêtewe!
dersîmLocation çîrokî şewaney
hendirên egêřêtewe!
kê le małe?
nêzey saygon pasewanî koşkî zêřînî tarane.
serî qudis wa be leşî sabłaxLocationewe.
«numêrî» cûtê postałî bizmarřêje
supagakanî enqere lepêy eken.
şam şimşêrêke pakistan hesanêtî.
kê le małe?
gilênekan katê ekirên be petewe
tezbîḧêkin ekirêne mil qezafîy em cîhanewe
le dergam da, şew gomêke xinkawekan eyxonewe
le dergam da, le dergay sersingî xom da:
kê le małe?
kê le małe?