hozî giř

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 2 minutes  615 views
řaypeřanim
dengî ẍarkirdinî espê řaypeřandim
ke swarekey pêy le awzengî řeşebay
şewêka bû, tirsî edwan
«tûley řawçîyekanî jyan
askî çawim řaw enên»
řaypeřanim
destî kiłpey hozî giřê řaypeřanim
ke: demuçawî řûnakî tya esûta
le sûtana, jan çêjê bû
tamî – mirdin -y tya ekira!
«ewe minim, eweş hemû řê wêłekan
eçînewe ser dûřyan:
diłnyayî, yan nesrewtin»
řaypeřanim
hajey çemê, řaypeřanim
le serçawe yaxî ebû
eřjaye naw dołêkewe wişkubiring
wişkubiring wek demî ber sengerekan
wek ew – dad -ey le terazûy pişt dadgada,
- hełwasrawe -!
dadê leber çingî hêza girmołeye
dadê xaçî wa le koła
dadê, dadê pêławêke:
wa le pêy berazekanî naw daristanî vêtnamLocationa
«ewe min û eweş diłdarî felestîn.
diłdaranî yar řifênraw:
dad berîne ber kam dadga?
abřû le kam coge û çema bişoynewe?
dûřyane û nabê be sê
sûtandin, yan xo sûtan»
hełîsanim
dadperwerîy hełîsanim!
gerdelûlêk řaypeřanim:
ke bê «sereta» heł’ekat!
ke bêlûre eçête naw geřekekanî mergewe
gerdelûlêk hełîsanim:
şehîdekan tya xul exon
«ewe min û eweş xwênekey – kenfanî -
dû’awane, nabê be sê
peřînewe, yan xinkandin»
hełîsanim:
birûskey çawêkî kołraw hełîsanim
ke namnasê û ke naynasim!
řaypeřanim:
bêdengîyek řaypeřanim
ke – lafaw -y tya exnika!