yaddaştî hefteyek

From the Book:
Kejawey Giryan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 4 minutes  765 views
le hemû paşagerdanîyek sitemtir paşagerdanî řewşte
şemme:
şew wek azar
kotayîy nałînî nehat
hêşta baran, le çawî şar
le çawî şew, her ebarê
wekû giryan
giryanî êmey bêwçan
xor hełnehat
têpeřî kat
***
legeł xema hatme derê
bînîm: termî kołaneřê
termî şeqam
meytî dergay małe hawsê
meytî geřek
hemû bonî xwênyan lê dê
legeł xema, hatme derê
dîm dirawsêy tenîşt małim
dîm hawřêy konesałim,
leber derga le sermana
yaxud biłêm, le tirsana!
heł’elerzî
witim: çîte?!
witî: emşew hatne serim
le xewda bûm dewryan girtim
małekeyan, tałan kirdim.
hîçyan nehêşt,
ta agirî jûryan birdim.
ta milwankey kiçekemyan
le mil dakend.
ta se’atî jinekeşmyan
le dest dakend.
wa qeynaka, tałankirdin
bełam be herpênc şeşêkyan!
têryan lêdam, înca řoştin!.
yekşemme:
nîweřoye û řoj gîrawe
le dergezênLocation, le kanêskanLocation,
leser şeqam, le ḧacîḧanLocation,
le gişt lawe.
teqe û řîzî demançeye,
teqey tifeng,
haware û deng,
çî řûy dawe?!
řakirdine ser berewjûr
ser berewxiwar!
çî qewmawe?.
wityan: lenaw çeqî bazař
çwar kujrawe
çwar zamdare, xwên řijawe!
germe tawan.
witim: ew kujrawane kên?
wityan: biran!
dûşemme:
řoj direnge,
jyan wêney şewezenge.
lenaw şaxa, lenaw şara
leser mêzî qutabxane
leser dûkan, le bazařa
le małana, le çayîxane
ta le katî, nan xwardina
lenaw pasa,
le řêy hatuçokirdina
le westana, le řoştina
le katî mirdûnaştina
le nwêjî xwaperistina
le dêřî namenûsîna
le firoştin, le kiřîna!
leser dîwar, le kołana
heta lenaw kořî yarîy
mindałana:
kurdayetî: zamdar ekeyn
birayetî: kuştar ekeyn
bełam dujminî xwênexwê
çawřûn û bextyar ekeyn!.
sêşemme:
legeł diłî teng û tara
legeł hengawî azara
hatme derê
geřam be naw hemû şara
wîstim řûnakî bibînim
wîstim hetawî dił pakîy
gyan bibînim
wîstim nêrgizî newrozî,
xoşî bon kem.
wîstim xefet feramoş kem,
lemanem hîç bedî nekird!
ewey ke dîm, her zistan bû
her çiley çawî giryan bû
her hewr bû, her tawan bû
ewey ke dîm: her caran bû!
xwênî řijawî zorim dî
diłî tasawî zorim dî
gułî sûtawî zorim dî
lewanem êcgar bedî kird
geřam, řoştim, sûřamewe
dîsanewe
legeł diłî tengutara
legeł hengawî azara
geřamewe
çwarşemme:
lelay ême her zistane
temen, gełay dway xezane
bełam beharî řazawey,
her çwar werzî naḧezane.
dujminan serçopî egirin
dest bernaden
leser laşey birakujî
leser diłman heł’epeřn
le gyanmana eleweřn
çonyan bwê, çon ḧez biken
pêman eken
gułî wîjdanman lê ekiřn!
le xwênî yek têrman eken
gilêney çawman lê ekiřn
kwêrman eken
xoşewîstîman lê ekiřn
jêrdestîman pê efroşin!
zor be herzan lêyan ekřîn
lemeş zyatir
leser laşey birakanman
legełyana heł’epeřîn,
eger giryan
lewan zyatir bekuł egrîn!.
pêncişemme:
ne baman dîwe, ne baran
le çwar lawe, bûk birdine
germe kořî şayî û loẍan
germe ahengî bêşermî
dway tefredan!
le gişt lawe bûk birdine
em bezmane,
bezmî xoşîy jêrkewtine.
leqefirtêy pêş mirdine.
ne baman dîwe, ne baran
ba germî keyn «pirsey aheng»!
be çeqene, be qaqay zil
be xobadan!
heynî:
legeł xema hatme derê
geřam bo yekê pêm biłê
hoy em dîlî û řiswa bûne
ebê çî bê?
geřam bo yekê pêm biłê
gelê geřam
bo şwên weram
le newey xom, kesim nedî!
heta pîrêkî řîş sipî
hî dewrî zû
le qeraẍî şar tûşim bû
ke lêm pirsî
witî: kuřim
«paşagerdanî řewşte»
«gełařêzanî řewşte»