sersam mebe

From the Book:
Kejawey Giryan
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 5 minutes  1084 views
«ewende be diro xoman hełbeyn milman eşkê, ewendeş bê bar û dûřû bîn hîç řêgeyekî řast naman girête xo...»
1
namey mandûy dûr wiłatit
çaw piř le firmêskî pirsyar
sîmay dêřî kiş û matit
wek werînî gułî behar
wek řêbwarî henaseswar
wekû kotrî bał şikaw
wek nêrgizî çawî toraw,
wek gułałey hełbizřikaw
wek çolekey le dûr hatûy,
tînû bo aw
wek serincî ew minałey
le daykî win ebê, sersam!
kakî biram
awa namey hîlakî to
wişey diłî xemnakî to
geyşte lam.
***
lêm epirsît...
xerîkî çît?!
dengubas û hewał çone?
baxî jyanî sał çone?
gewre çone? minał çone?
şarî xoşewîstî, negbet
tuxwa çone?
daykî lawanewe û meynet
tuxwa çone?
lêm epirsît:
çî ebînît?
çî ebîsît?
le zor û kem ta be sûse!
bom binûse
ba zorîş bin
pirsyarî min
gomî tika û çaweřwanîm
meşłeqêne.
wişey serbest
çon dêteder bîdirkêne
tuxwa lenaw gerûy tirsa
yan be enqest
meyxinkêne
dûr wiłatî heşt no sałim
tasey dûrîm, meřencêne!.
2
kakî bira!.
wek to wîstit
zimanî qełem neywêra
serbest sikała hełřêjê
naçar kira, zîndebeçał
gelê wişey pepûley ał
gelê zerdexeney weram
pest û nakam
lenaw giryana binêjê
wek werzî sał.
naçar kira
gelê cirîwey estêrey
şînî samał
gelê tirîfey awatî,
mangî xeyał
zor honrawey wek xor řûnak
gelê bizey pêkenînî,
piř le geşey wek sawa pak
bika be jêr hewrî tałî
bîrçûnewey jyanewe,
be jêr bałî
şewî tenyay giryanewe!
sersam mebe, eger biłêm:
çawî zistan
lecêy baran
lecêy mijdey pełedanî
naw deẍłudan
nimey xwênî lê ebarê
xwênî giryan!.
sersam mebe, eger biłêm:
befir sûre!
wekû řengî dar’erxewan,
wekû bergî berî leşî
şehîdanî bê nawnîşan
wek gułałey gona geşî
deştuderî gişt nîştiman.
diłteng mebe, eger biłêm:
mird, beharî xoşewîstî
carî caran
mird, beheştî
mird, řewştî
pîrozî baw û bapîran!
siře demarî pyawetî
konî kurdan.
***
sersam mebe, eger biłêm:
lelay ême
behar werzî gułwerîne
xor hełatman xorinşîne.
xozgeman berew dêrîne.
diłteng mebe
xem hawdeme
tanupoy jînî tenîwe.
xoşî demêke terîwe
ewey bekuł negryabê,
lelay ême, manay waye pêkenîwe.
***
sersam mebe, eger biłêm:
lelay ême
lebatî guł, diřk eřwên
sersam mebe, eger biłên:
pênekenî, eger biłên:
lelay ême
lecêy mayîn, êstir ezên!.
sersam mebe, eger wityan:
lelay ême nirxî jyan
nirxî temen, řoşnayîy gyan
le tołeke, herzantire
yan le pûşke, asantire
sersam mebe, eger witim:
gyankêşanî xwa nemawe
mirdinî ewsa nemawe
bo ser biřîn, bo hełkêşan
milî zeřneqûte û cuckê!
estûrtire, le hî însan!.
***
lay êwe, pêşkewtin bawe
berew berzîy řoştin bawe
tamî şadîy çêştin bawe
geştî asman kirdin bawe
kakî bira, lelay êmeş
lenaw yeka kuştin bawe
be destî yek naştin bawe
tawan û xwênřişitin bawe
***
sersam mebe, eger biłêm:
lelay ême
řêwî şêre
çeqeł be ser şêra nêre!
mişk, pişîle řaw enê
dał, be heło pê’ekenê
kwêr: çawsaẍe, çawsaẍ: kwêre!
sersam mebe, eger biłêm:
qajû cwane!.
dengî xwêndinekey xoşe
qel sipîwsoł
řaberî şewî karwane
jîşk, nyan!
leş nermunoł!
mar bewefa, bêçuwe kotrî
la mîwane.
cigersoze, besezmane!
zerdewałe
hengî guław dûr hełgirî
gułî kêwîy daristane.
çizûy dûpişk
bo gałteye, cêgey gazî
pake demî, wekû nyazî
3
sersam mebe, eger biłêm,
ser ba mede, eger biłêm
lelay ême
hařey çepłe, çepłey hezar
çepłey nûstû, çepłey bêzar!
girmegirmî hewrî hawar
zistan, payîz, hawîn, behar
da’ekate, ser gund û şar
meymûnî ser şano ełê
teşî řêsî diro ełê
xêwî naw kêwî řeş ełê
bêganey destemo ełê
ew her ełê
le dwaşewe quřgî nûsaw
gagelî têr leweř, têr aw!
peyta peyta ełên bełê
fermayşte, řê wa ebê.
cambazî toyn.
lepişt towe, heta mirdin.
beguř eřoyn
ba çaw berewjêr bê, çîye?
ba leşî to gêř bê, çîye?
geř bê, çîye?
ba gwêy bîstin keř bê, çîye?
pêman ełên
paşeł pîsîn, înca çîye?
çawçiłêsîn, înca çîye?
semakerîn, teşî řêsîn
înca çîye?.
abřû eger tika, çîye?
şerim eger şika, çîye?
pêrê sûr bûyn, emřo şînîn,
înca çîye?!
çon lwa xoman egořîn.
înca çîye?.
sibey lay gurge şaborîn.
bew naweřîn.
înca çîye?!
ne dostiman heye, ne dujmin!
ne ḧez ekeyn, lejêr kewtin!
ne serkewtin!
înca çîye?!
înca çîye?!