hey na’umêdî

From the Book:
Dîwanî Welî Dêwane
By:
Wali Dewane (1826-1881)
 1 minutes  903 views
hey na’umêdî, hey na’umêdî
hey řenceřoyî, hey na’umêdî
hey yaran çun min bedbextê kê dî
pey hał nezanî řûm kerd ne bêdî
çołan tey kerdim «cebełan» yekser
ce tûs û tûn bîm yawam we teber
herdey necd qeys gişt dam we pawe
perwane destûr ser we sewdawe
yawam bew zamin maway qîblem bê
mekan û mesken guzergay «şemPerson» bê
hewran çoł dîm zamin wêrane
bayequş besten cew mesken lane
ne deng deyyar ne seday yaren
deng wêrane «wadî alqeharArabic» en
persam bayequş hamderd derdim
řefêq hamřaz nałey neberdim
min «perwane»y wêł wiłgey damanim
canşîn «qeysPerson» şay kem famanim
koşî koç leyl şay şem cemînim
guşadî xatir xar xemînim
bayequş watiş: «perwane»y kem fam
îse amanî wey mawa û meqam
koç xêrş kerd lwa we lêłax
pey min ḧesretmend pey to ax û dax
we îqbał neḧis wêm damamewe
na’umêd ce şem hem amamewe
yaran hamseran na’umêd wêm
hey ’ebdał «beř» dûr ce zêd wêm