her min naşadim

From the Book:
Dîwanî Welî Dêwane
By:
Wali Dewane (1826-1881)
 2 minutes  956 views
her min naşadim, her min naşadim
gişt ’ałem şaden, her min naşadim
her min neyawan we lay ḧeq dadim
her min na’umîd qapî miradim
her min bazî baz nerden ne barim
her min řay şeşder benden neçarim
her min naszan fełek we bextim
her min gêrudey azar sextim
her min çerx çep wenem ne qînen
her min tałem pest xak zemînen
her min sitarem sya bê ne ser
her min firîştem keften der be der
her min îqbałim xawêr xeften
her min ne řûy «erz» řay řasim çeften
her min xemîdey dewr gerdûnim
her min cur’enoş cam mecnûnim
her min perwaney peşêwḧał cestem
her min peř siftey xemnak xestem
her min çun bułbuł yek fesiłim wesłen
her min sê fesił ’umirim bê esłen
her min řoy řoşin we dîdem taren
her min zîndegîm çun jar maren
her min giriftar cewr û ’azawim
her min perê dos dîde lêławim
her min sizakêş derd û daxanim
her min çemeřay řay lêłaxanim
her min ce pey dos lêłax nişînim
ha wexten berşo gyan şîrînim
ta ew řo ke xêł şyan we daman
min ham ne sizay cewr bê saman
mer muşkił guşa bido miradim
werne ta merden xatir naşadim