ismê teye mektûb

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  2973 views
ismê teye mektûb di dîwanê qidem da
ḧerfek qelemê ’ilmî bi teqwîmê řeqem da
eşkal û xetên da’reyê nuqteyê ’ilmin
ev neqiş û misaln di xeyalatê ’edem da
mîm metle’ê şemsa eḧed ayîne sifet kir
lam’ ji ’ereb berqê li fexxarê ’ecem da
da şahdê esma bi hemî wechî binasîn
yek mestî semedkir, bi yekê neqşê senem da
yek girtîye zulfê wiyekî xal numayî
ayîne bi eskenderî wicam bi cem da
erwaḧê muqeddes şebê qedran te dixiwazin
nûra teye misbaḧê di qendîlê ḧerem da
da weqtê liqayê bi te ḧey bîn di beqayê
min neqdê dil û can di fenayê bi selem da
yaqût firoşan di kef elmasî şikestin
ev sefḧeyê elmasê ku neqqaşî qelem da
ya reb ji çi řû leb bi senaya te guşaym
subْḧaneke lenْ ewḧisîye fî şi’enîke ḧemْdaArabic
minnet ji xudayî ku bi ’ebdê xwe melaPen name
iksîrê ẍemê ’işqê -ne dînar û direm- da