jyan û řojgar

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  569 views
gerdûn be keç řewştî; merdêkî wa dilêre
qawełtî û nîweřojey kirdûm be dû kulêre
wez’îyetî zemane; karî be îqtizaye
çunke be îqtizaye; encamî zor bexêre
bo gerdişî zemane û em wez’î řojgare
lazim nîye be te’esuf em ’emre tał û swêre
nîk û bed û kem û zor ehlî xîred dezanin
karî zemane waye, řubaye, neře şêre
tewsîfî wez’î dewran, ḧacet nîye beyanî
řojî ezel kirawe, teqsîmî min jimêre
em dehir û çerxî dûne, karî be çend û çone
be’zî ciger be xwêne, bu be’zê xêr û bêre
bêhude, herçî deykey, pênc û dû řoje eyyam
řazî be lutfî heq be, qani’ hemîşe têre
cîve û tema’î dinya metłeb nîye eger bê
minnetpezêrî kes nîm, teqsîmî xome lêre
teqsîmî min ke herçend, řojî ezel kirawe
zorîş nîhayetî dê, bo min kemê supêre
wez’î zemane çon bê, pêm xoşe ba weha bê
bê ’eqłîye û sefahet, kem... zore řabwêre
her kes be qewlî dewran nařazîye sefîhe
xeyyałe çerxî gerdûn; řûy şîne çaw le jêre
bo terefdanî ’alem, merdêkî zor şecî’e
«mîrzaPen name» be qewlî naka, çawî tema’î kwêre