bere û baregay pêẍember

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  577 views
ey be sergerdî serit bim nûrî çawanim were
min le hîcranit şew û řoj zar û nałanim were
dił mîsalî kûrey ḧeddadan piř şeřařey agire
bo şeřařey firqetit wa sîne biryanim were
ba le ḧesretda nemênê em diłey bîmarekem
wek nesîmî subḧidem guł xunçe efşanim were
hênde tînûy qetre awêkî zenexdanî etom
kewserim nabê be to, xizrî ḧeywanim were
ba be řûzerdî neçim bo ’erseyî řojî ceza
zor zelîl û musteḧeqî xeyr û îḧsanim were
çun şefî’î; cumley ’usyan û gunehkaranî to
merḧemet fermû; le bo def’î gunahanim were
xakî berpêket debête sûrmeyî çawî «ẍefûrPen name»
me’syetbarim bo sehlî barî ’usyanim werh