bedbextî şa’îr û hecwî «ḧesen dede»

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  436 views
wez’î dewran meqamî bul’ecebe
herze gerdîm le dayerey edebe
ger temaşa bikey; le çerxî denî
kar û barî; ne esłe, nê nesebe
çi biłêm min le kirdigarî felek
be denî teb’î ew ke muntexebe
ya nisîbim legeł firîştem kird
ta bizanim le kwêye la mezebe
pêy witim: kone şêtî herze xeyał
çi dełêy bextî toye, řojî şebe
kewkebî tali’it niḧûse meger
felekit lê be kîne û ẍezebe
be pyanvo legeł «ḧesen ḧusnî»
pence daden menafîy ḧesebe
«ew» se’atêkî zîwî bo derçuwe
her wekû dewrî komî munqelebe
ew «dede» û «to» yekî muceřede û řût
çi dełêy: ew syamî la řecebe
bełke «ew» ke xencerî xurasanî
le ẍilafya hemû demî, dû lebe
çunke serçaweyî firîştey «ew»
wa le paşya heta bida tełebe
tal’im namusa’de çî bikem
ker le bextî min û qingî dede be
«xałe mîrzaPen name»ş heta nabê
daxłî silk û meḧremî qesebe