le xwa pařanewe

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  481 views
xudawenda; be umêdî ’eta û lutif û kerîmî tom
emin; wa î’tirafî pê dekem, curim û gunahî xom
ẍerîqî mewcî ’usyanim, syeh řûy řojî dîwanim
be umêdî ’etay řeḧmim, xecałetmendî qapî tom
penahînde be dergahî cenabî ḧezretî şêxim
duwem kak eḧmedî merḧum, le dû qapî beder nařom
îlahî min, egerçî bendeyekî me’syetbarim
be umêd řeḧmî tom û hem, emînim bo şefa’et bom
sizawarî cezam û musteheqî řeḧmetî toşim
ke fermûdey cenabî xote min ẍeffarî ’ebdî xom
be me’lûmî dezanim şafî’î řojî ceza kêye
le sayey ew şefî’e, bê umêd nabim ke ’ebdî tom
etoş bo xatrî xwênî şehîdanit temenname
bibexşe curim û ’usyanim ke her muḧtacî řeḧmî tom