hełnanî ẍewsî geylanî

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  499 views
ya îlahî; min segî dergayî zatî ẍewsî tom
multecîy piř hîmet û zat û sîfatî ẍewsî tom
astan bosî segî dergahî ẍewsim řoj û şew
întizarî zeřeyê lutif û beratî ẍewsî tom
’aciz û zar û zelîl û derdemend û dił ḧezîn
gerçî da’îm şadmanî řêy necatî ẍewsî tom
gerçî řûzerdim le qapê to, welê umêdme
bo kerîmî to, be umêdî xełatî ẍewsî tom
«riḧimةlil’almînArabic», to û minîş ’ebdî zelîl
ommetî şay enbya û tuşney fuřatî ẍewsî tom
bê pena û melce’im, nîme be ẍeyrez řeḧmê to
çareyî xom her be umêdî sebatî ẍewsî tom
«ew» ke «tacul’arfîn»e, qudweyî îman û dîn
bazî eşheb ẍewsî geylan ber ḧeyatî ẍewsî tom
wa betaw deřjê le dîdey «xałe mîrzaPen name» eşkî xwên
bê îradem her be umêd warîdatî ẍewsî tom