le wełamî namey babekir aẍay pijderda

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  522 views
be mijdey sîḧetit cana, ewende şadmanîm kird
ke teswîrî ḧeyat û ’umrî taze û cawîdanîm kird
le eḧwałim depirsin, min le sayey lutfî mewlawe
bîḧemdîlla le dinyada be merdî zîndeganîm kird
be ẍeyrez fîrqetî dîdarî yaranim elem nabê
zemanêkîş be serbestî le pijder ḧukmiřanîm kird
legeł herkes ke hemdem bûm, be yekřengî û merdî bû
emêstake ke xom deyłêm, kemêkîş kameranîm kird
muřeqem nameket bom bû be mayey îftixaratê
gelê pêm xoş bû em ḧałe, be ’îzet mîhrebanîm kird
umêdim waye, hemware le teḧrîrat qisûr nakey
ke ’alem pêm dełên «mîrzaPen name» be xamey zeřfişanîm kird