’eqîdey zarî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 47 minutes  1367 views
le bîsmîllahî gerekme yarî
bo tewaw bûnî ’eqîdey «zarîPen name»
bo lê qibûł bûn bo girtine yad
çon nawim nawe «tiḧfe alakiradArabic»
be kumekî ew dił legeł ziban
îqraryan heye be dîn û îman
le her karêkda ew komek newê
bêşk ew kare natewaw ewê
her xoye bo xoy xerîkî kare
dest er negrê to çît bêçare?
bîke we xatir şołey sîracit
xoşewîsekey şewî mê’racit
mîhmanî azîz seray ew edna
şay buřaq swar şewekey esra
xeta we řeḧmet bikujênîtewe
xełatê ke dat neysênîtewe
alsiluة ’ilî alinbî silî alilh ’ilîh û silimArabic
biřêje řeḧmet pey pey le serda
weser řewzey pak «xîr albişirArabic»da
dirgay xezêney řeḧmî bo waz ke
arezûy herdû dinyay bo saz ke
le serçawekey ’etay wehabî
têraw ke tewaw al û esḧabî
êmeş segêkîn kewtîne dwayan
sa bimanbexşî be xakî payan
muxatebey nefis û nezmî kitêb
herkesê tozê daray şi’ûre
ezanê kirê le bêkar dûre
muselleme lat em fise ya xeyr
to berat edey be řenicberî ẍeyr?
fikirê bikero hetakû mawî
bizane boçî dirûs kirawî
bem řêkî qamet bem ’eqił û fame
bem ḧusin terkîb şêwe û endame
be destî qudret sûřetyan kêşay
çaw û dem û lût dû gwêyan pêday
lem îcadeda ełbet karê hes
boye mamosa toy neda wekes
etoş aza be û ’ebdî kes mebe
ẍułamî şeytan ya hewes mebe
seryan pêdawî bo sucde birdin
nek bo tekebbur ya řûhełkirdin
çaw bo î’tîbar, ziban bo ezkar
gwê bo bîstinî ayat û exbar
sułtanî e’zat xisûs yanî dił
ke herçî kare bew ebê ḧasił
esîrî hewa û şeytanî meke
însanî, ẍeyrî însanî meke
menziłêke ḧeq sazî kird bo xoy
řêgey kes mede derkewanî toy
menziłgay zîkirit tewaw tarîke
gyanî min nextê sipîkarî ke
ba pakî keyno le nafermanî
bîřazênîno be musułmanî
çun musłimanîn dînman îslame
esił û fer’î dîn bizanîn kame
aldîn aḧkamu wiz’iha alilh ti’alî li’badih laslaḧ mi’aşhim û mi’adhimArabic
dîn qanûnêke wazîḧ wek cade
xuda daynawe bo em ’îbade
ke pêyda biřoyn pî bikeyn řeftar
ta le dozexa nesûtîn be nar
eweł û axir tewaw herçî bû
yek yek pêẍember îblaẍî fermû
dexîl le emrî ewan dermeço
řêgey řas bigre labela meřo
esił ewweł «alzatArabic»
esił dîn pence le min bigre gwê
çak řewanî ke le bîrit neçê
ewełyan baweřêkî çak
dûr le tozî řeyb le gerdî şik pak
be bûnî xuda çawî biratî
eweł û axir nîye bo zatî
ezełî û qedîm heye hemîşe
wek bê ewełe, bê axrîşe
ne bab, ne řołe, naxwa, naxewê
pîr nawê, namrê, buwe û her ewê
’ecaybî wa daxo dîwye kes
mekanî nîye û le gişt layê hes
le erz û sema xwa řoj bê ya şew
be qey yek zeřře xałî nîye lew
le masîway xoy wa bê nyaze
er bê û biřêjê řengêgî taze
’alem ebato bo seḧray ’edem
dinyayekî tir dênête berhem
delîl leser bûn zatî ew zore
fikirê bikero adey bem core
hîçman qedîm nîn le nebûnewe
hatîne seyrî saray bûnewe
nemantiwanîwe bûn beyn be xoman
ne neqiş xoman ne mîslî xoman
le min bijnewe er řastit ewê
sanê’man eşê wek ême newê
eşê bê şerîk gewre û tenya bê
ewîş her ebê zatî ełła bê
eger labda însanî eḧmeq
«lîs kimsilhArabic» eydate ber şeq
ke bot sabit bû ew le to naçê
wek ême neqis û muḧtacî nabê
baweřit bibê bê nyaze û ferd
nisara û yehûd seryan da le berd
esłî duwem: alsifatArabic
dwem baweře be cem’î sîfat
ke zor û gewre û qedîmin wek zat
sîfatî zor û daray kemałn
dûr le nuqsanî pestî û zewałn
eger gerekte yek yek bîzanî
le min biřwane etoş etwanî
welê ḧew sîfet lewan meşhûre
ełbet zanînyan bo dîn zerûre
«’îlim» û «ḧeyat» û «qudret» û «kelam»
«sim’Arabic» û «bisirArabic» û «îrade», temam
’îlim yanî ha zanînî «balzatArabic»
seraser eḧwał tewaw mumkînat
nek be wasîtey telefun ya tel
ya xeberdanî me’mûrî mursel
her le lamekan her ta lamekan
mewcûdat hemû peyda û penhan
yek zeřře nîye agay lê newê
em zanayye her bo ew ewê
zînduwe û buwe û heye û demênê
řoḧ le zîndiwan tewaw esênê
bê henase û nefes, we bê lût û dem
boxoy fermûye zîndem û her hem
em esłe bo kes nekirya teḧqîq
her lew fermayş le êmeş tesdîq
le me’nay qudret tozê tamił ke
îman we ḧezret barî kamił ke
yanî desî eřwa bê sipa û ’esker
herçî ke bîka le xwar ya le ser
etwanê sema ba we ser xaka
em dwane lawa û dûy tir awa ka
be layo zeḧmet nîye emane
dirûs kirdinyan bo ew asane
key muḧtac komek we zeyd û ’emre
herçî deybînî saxtey yek emre
ne muḧtac westa ne weşagirde
bo kê desî da em dest û birde
«anma amirhArabic» wa le yasîna
delîlî çake le xwanasîna
daray guftugos nek be deng û dem
ziban bê beşe le guftarî hem
mełaşk neyçeşt zewqî kelamî
zewqî xiste dił ’alim û ’amî
ne gerû û ne lêw bu qisey êşa
ne mexrec bo ḧerf zeḧmetî kêşa
derkî em beḧse be xeyał nawê
çonman beyan kird eşê herwa wê
debîsê emma nek wek to kake
xişey mar û mûr be gwê û keřake
nałey derdedar ya gîzey meges
seday nerim û tun waqî’ le her kes
le jûr ya le jêr le beḧir ya le beř
meşrîq ya meẍrîb em peř ya ewpeř
debîsê û bîstin bo ew asane
nizîk û dûrî le la yeksane
lem xisûsewe qise zor kirya
teşxîsî sem’î bo kes nedrya
ewne bizanîn wek ême nîye
baweřman bibê îtir kafîye
debînê welê nek bem çawane
daray gilêne û mije û kałane
bînaye be nûr «mitilqArabic»y zatî
çaw naquncênê le «mibsiratîArabic»
aşkira û penhan herçî hes tawê
misqałe zeřřey lê ẍayb nawê
jêr zewî û bin gom awa û wêrane
gişt berzî û nizmî la nimayane
takey bêçare to ḧałî nawî
çak bî ya xiraw hay le ber çawî
ke ew hemîşe çawî hatêto
agat le xot bê biřo be řêto
qet wa nezanî ke lî debê gum
«û hu mi’kim aynima kintimArabic»
firîbit neden ew dû duşminte
«atiq alilh ḧîs ma kinteArabic»
lamede le řê petyarey serşêt
ḧewl kilk mede ba danenî gwêt
îrade yanî meylî her karê
bika cê be cê eka be carê
ne muḧtac wesa, ne we şagirde
bo kê des eda ew dest û birde
le hîç neqşêka peřgarî nawê
maşełła neqaş eşê her wa wê
bo ’îbret gîrî daray dił û çaw
aw eka we berd berd eka we aw
kê twanî le dar geła dirûs ka
yaxo kwêsanan le befra lûs ka
feraẍet nîye û tenge meydanim
eyna lem core xeylê ezanim
kota bê qise û zerîf bijnewe
gişt bûn û nebûn be meylî ewe
be cuz’î fikirê lêman ḧałîye
ke «mitsifihArabic» bem kemałîye
çunke nebûnî yekê lemane
neqse bo zatî xuday yegane
ke wabê xuda zînduwe bê gyan
agay hes le ḧał aşkira û penhan
debîsê bê gwê, debînê bê çaw
guyaye bê dem tewanas tewaw
be des xoyetî îcadî eşya
er kirdî kirdî neyşî kird nayka
bê cisim û terkîb keř û kwêr nîye
mirdin wek ême be ew fêr nîye
bê destełatî naye be serya
hîç mecbûr nîye bo xalq eşya
bê bake le gişt bo giştiman pena
eger wa nebê pî nałên ełła
herçî bo ḧeyat ême zerûre
bizane ewe le zatî dûre
dewłemendêkî bê kasbikare
řozî dehnidey aẍa û hejare
sêyem: alimbidaArabic
mebde’ yanî ha îcadî eşya
le nebûnewe herwek em dinya
baweřit bibê we bê hemheme
ka’înat tewaw ay zor ey keme
ẍeyrî zatî xoy mewcûdat hemû
xuda le nebûn îcadî fermû
wek dirusî kird eyşî fewtênê
ẍeyrî zatî xoy hîç kes namênê
boye emaney dirûs kird yekser
bîperestin û sucdey berne ber
ḧedîsî qudsî «kinit kinzaًArabic» hes
esłî metłebit çak edate des
qurban payê tir berew jûr biřo
ta «maxliqitArabic» řas biłê be to
ẍerez nasînî zatî xudaye
le xelqî eşya nek geme û kaye
karîger dexîl ḧewlî karê be
ta çaw ebînê pelamarê be
ke xor le meẍrîb xoy girte pêwar
kwanê ferqî to legeł berd û dar
çwarem: me’ad
me’ad yanî ha eḧyay gyandiran
her şexsê wek xoy wek carî caran
şikit nemênê řas bê be lato
gyandaran tewaw zîndû ekato
wek carî eweł bê zyad û bê kem
le řojî ḧeşra gişt eyanka cem
bo cezadan û ceza lê sendin
ḧazirin lewê xusûs îns û cin
çun esłen teklîf lem dwane kirya
heres wemałim we ser nebrya
tirsî ew řoje teqrîr nakirê
herta ew řoje şerḧî nadrê
bê ḧîkmet nîye ’efû û ’îqabî
řeḧmetî fezłe û ’edłe ’ezabî
«û ma rebّkeArabic» heta «lili’bîdArabic»
bixiwênerewe derço le terdîd
bo gwê şil nakey lem mujde xoşe
têfkire çenê herzan firoşe
fermûye mê’mar destigay em dîne
mareyî ḧorî mizgewt małîne
pêncem: nibutArabic
pencum baweře be pêẍemberî
gişt pêẍemberan kurt û serserî
baweř bem pence esase bo dîn
lazme ême çak ḧałî bibîn
tewawyan necîb gewre serwerin
ne cin ne melek he mû beşerin
gişt ’alî řutbe û maqûł û xasin
le qewl û fî’la hemûyan řasin
firu’e
fer’î em esłe çwar çitî tire
beyanî ekem were gwê bigre
’îbadet eweł mamełe dwem
sewday mabeynî jin û mêrd swem
çwarem berqî têẍ, yanî ḧikûmet
bo def’î hewa û de’wa û xusûmet
ba’îsî îcad çun ’îbadete
ba her lew bidwêyn řêy se’adete
bîke herçî şer’ defermê wate
mayey nizîkî to le xudate
wek nwêj û řojû ya eday zekat
ḧec, ẍeza wek şer’ beyanyan ekat
alaymanArabic
esił û fer’î dîn wa derçû le beyn
bê ba qesrekey îman tewaw keyn
be zerûryat em dîne pake
baweř, pî ełên «îman» birake
esił bin ya xo ’emelî û fer’î
emeye te’rîf îmanî û şer’î
şeş çitin kewa esiłn bo îman
çîn? sa dey neçê ba le kîsman
eweł be xuday tenya û bê şerîk
le ewlad berî le nezîr terîk
řefêqî nîye le me’bûdîda
hawmałê kwanê le mewcûdîda
her ew layeqe sucdey bo bibey
daway arezûy xotî lê bikey
û mila’kite
be melayîke baweřit wa wê
kam baweř? derdî we şeytan dawê
cismêkin letîf serapa le nûr
daray me’rîfet îdrak û şi’ûr
bê xorak bê xew ne nêr ne mêwin
le asman le erz le deşt û kêwin
dest nakewê cê le hîç kwêda
ke yekê lewan newê lewêda
semawat sersam guftugoyanin
mutî’î emrî xuday xoyanin
ẍeyr ḧeq be «nisArabic» ayey qur’anî
jimarey ewan hîç kes neyzanî
heryek bo karê ḧewałe bûge
kesyan řêy xoyan lê têk neçûge
bê hewa û hewes, bê jin û małn
bê xeber le derd řûtî minałn
weha meşẍûłn be îta’ey ew
aramyan nîye ne řoj û ne şew
yekêke lewan ḧezret cubre’îl
emîn û ḧey û ’amlî tenzîl
mîka’îl bełê xezênedare
beşderî řozî mêlûre û mare
îsrafîl wekîl be nefxî sûre
’îzra’îl bo qebiz eřwaḧ me’mûre
řeqîb û ’etîd ewanîş dwanin
nwîsendey kar cin û însanin
nekîr û munkîr dwanin dway mirdin
dêne qebrewe bo su’al kirdin
malk û destey xazin me’mûre
řizwan baẍeban beheşt meşhûre
«ḧimّalh al’irşArabic» el’an çwarin
ḧamlî ’erşî perwerdigarin
el’an çwarin welê qyamet
heştin heşt fîrqe ya heşt cema’et
«kitbîArabic» menził sed û çwarin
pakyan fermayş perwerdigarin
be emrî bêçûn ew zatî ekber
cibrîl hawridnî bo heşt pêẍember
deyan bo adem penca le bo şîs
sê hat bo îdrîs,be nessî ḧedîs
de bo îbrahîm «xilîl alirḧiminArabic»
zebûrNamed-Entity bo dawudPerson babî suleymanPerson
bo mûsaPerson û ’îsaPerson tewřatNamed-Entity û încîlNamed-Entity
hat bo miḧemmed tewawî tenzîl
pyan ełên «siḧifArabic» sedî tewawyan
ewanî tirîş wa zanît nawyan
welê lêreda ewne bizane
fitwa û mamełe her be qur’ane
qur’an eḧkamî le des ewan sen
yanî lem dinya, we îlla her hen
bê seyrî î’caz ew qur’ane ke
fikir le ê’zaz em însane ke
em «xitim alirsilArabic» ew «xitim alkilamArabic»
em şifay mexlûq ew pena bo ’am
payey ê’zazyan her berew jûr wê
małî dujminyan wek bû xapûr wê
hatin kelamê wêney ew danin
ayey «la yi’etunArabic» piştî şikanin
û řusulwe
eşxasê ke heq hełîbjardin
be pêẍemberî ser xiłkî nardin
sed û bîst û çwar hezarin meşhûr
kem bin ya zyatir nabê be zerûr
zikûr û eḧrar hemû însanin
pak le neqis û ’eyb ,zułim û ’îsyanin
le namaqûłî û mehtûkî berî
pêş pêẍemberî û paş pêẍemberî
ewełyan adem «abwalbişrihArabic»
axir «miḧimdPerson» qazî meḧşere
sêsed û sêzde ya zyatir leme
pyan ełên «mirsilArabic» webê hemheme
yanî me’mûrin le lay xudawe
be mu’cîzey xas tîp û sipawe
bo îrşadî heq bo xudanasîn
nazanim ême bo ewne kasîn
mabaqî nebîn peyẍamyan bo hat
yanî bo xoyan nek bo mexlûqat
le destey «mirsilArabic» pencyan serdarin
saḧîb têẍ û tîr, we’iz û kuştarin
ḧezretî nuḧPerson û ḧezretî xelîl
ḧezretî mûsa û saḧîbî încîl
xusûs «miḧimd saḧb alim’iracArabic»
şay «qab qusînArabic» daray tixt û tac
her ew layqî weḧî û qur’ane
pêşewa û ře’îs pêẍemberane
nûrêke le xelq hełbijêryage
te’rîfî bokê tewaw kiryage
ew wexte eger ne řoj ne şew bû
ẍeyrî zatî ḧeq kes nebû ew bû
zeřatî kewneyn tewawî yekser
le nûrî ewo seryan hêna der
kes ḧedî nebû pêş kewê lewê
legreş sełtenet herbo’ew ewê
damanî bigre û tirsenok mewe
xefetî çîte ke ew pêşřewe
řeḧmetî xuda le ser gyanî wê
ser û mał û řoḧ be qurbanî wê
defermûy boçî tûlit da beme
çun beḧsî ewe ta zor bê keme
řutbey nebuwet her ewne berze
asman le nezer ewa wek erze
çaktir er bwayê le pêẍemberî
xuda eḧmedî enarde serî
kewa bû řutbey melayk peste
ewan aẍan û ewan jêrdeste
welêkîn dexîl zêhinit wa neřwa
beşer gişt maqûł melayk le dwa
xewasî melek gewretir bê lat
le cema’etî ewlyay sadat
welê gewretir le ’ewamyane
’ewamyan gewrey baqî însane
lazme nawî bîst û penc nefer
lem cema’ete bizanîn yekser
adem û îdrîs, şu’eyb, îlyas, hûd
salḧ, nuḧ, «zulkefel» suleyman, dawud
îbrahîm, îsḧaq, îsma’îl, ye’qûb
yusif û yuns «alîsi’Arabic» û eyyûb
lût wiharûn û zekerya û yeḧya
ḧezretî mûsa û ḧezertî ’îsa
«miḧmidamînArabic» xitim almirsilînArabic
řef’etî sema û ’îzetî zemîn
xuda bo xatir em deste pake
’eta ke pêman ewey ke çake
betał ke xeyał dinyay natewaw
řojî axret bêrane berçaw
baweř we mirdin weha meḧkem ke
kifin û qewr, her dû lelay xot cem ke
neka kitupiř dirga bigrê pêt
muhłetit neda û karê neyê lêt
baweřit bibê bew goře fişare
bew xoşî û nî’met zeḧmet û nare
dên dway geřyanoy biraderanit
dû mela’îke bo îmtîḧanit
zîndû debêto le qebrî tengida
bê řifêq lejêr ew xak û sengida
ne bira ne bab ne kes dyare
řifêq lewê da çîye? kirdare
her kes mewafq ’emel dête kar
bocwab danewe, muslîm, ay kufar
su’al eken lêt xuday to kêye?
nîşanit le kam pêẍember pêye
dînî to çîye qîbley to kame
řifêqit kêye kamit îmame?
ke îmanit bû be cwab hatî
ełên mujdebê ehlî necatî
le qebra baẍê bo to saz eken
dirgay beheştit le ser waz eken
heta qyamet danîşe bê ẍem
necatit buwe îtir xatir cem
eger merdane neyîte guftar
îtir her gurze û her dûpşike û mar
pişkoy awre doşekey nerimit
biłêsey nare serpoşî gerimit
dirgay cehenim waze bo ’usat
germa û bogenî pey pey dê bolat
ḧeyfe bo dû řoj ’umrî emanet
be hewaw hewes wêran key xanet
nazanî ke dił dosî xot êşan
mubtela ekat be zeḧmet kêşan
tûlî pê nedeyn ba bê muxteser
beyanî biřoyn bo saray meḧşer
me’mûr ke fûy kird we nefxî sûra
canewer nema le xwar û jûra
dûbare me’mûr be emrî bê çûn
zîndû debêto dîsan le nebûn
we beḧir û beřa bangewaz eka
tewawî mirdû hełdesne serpa
tirs û xof weha şîddet esênê
dayk řołey xoy le bîr namênê
ladeçê teqyey beynî kuř û bab
leber dêhşet û zîlzîley ḧesab
«yum yifirّArabic» bêrane xeyał
wêran ke êgre û awa ke ew mał
dway ḧeşir û ḧesab řêge dwane
ya bo cehenim ya bo cînane
xot le des agir lêgre wesêne
me’zeret nîye taze lewêne
aman ber nedey le des řêgey řas
newî we hawmał destey «alxinasArabic»
dexîl wêney min to xot keř nekey
řêgey şerî’et le des bernedey
eger wek bizin řat kird bo zyanî
wa bizane şax û seryan şikanî
baweřit bibê be beheşt û pird
be ḧew cehenim we bê zed û xurd
misqałe zeřře xêr û şeř tewaw
xuda lewêda dîrêtye ḧesaw
qazanc ay zerer herçî dête řêt
ẍem ya keyf xoşî baweřit bibêt
şêxî ya şoxî geday ya şahî
kes nayda we kes îlla îlahî
eger melayk legeł îns û cin
ko bibnewe û gişt muttefq bibin
natwanin hemû mûyê berzo ken
ya gełayê wişk dîsan sewzo ken
natwanin bicûn lecêgey xoyan
xîlafî ewe me’lûm bû boyan
hengawnanî mûr, fiřey mêşûle
lerey gya û ba bê hera û qûle
ewza’î mexlûq le jêr û serda
bê zyad û kem wa le defterda
kam defter qurban mîslî her nîye
misqałe zeřřey lê weder nîye
bê sehu û ẍełet bê paş û pêşe
mezherî e’mal şah û derwêşe
xorak û poşak řeḧetî ya řenc
kogay feqîrî ya xermanî genc
ber le zîřoḧat me’lûm kiryage
herkes be qey xoy beşî diryage
beşî xot bixo bigre milî řêt
zeḧmet mekêşe zyatir naden pêt
dos û dujminîş lewda mumtaze
welê pey nabeyn ême bew řaze
agaman nîye ke lew eḧwałe
nazanîn sozî kam laman małe
ba her bigîrîn bideyn weserda
emřo zelîl bîn nek le meḧşerda
çun řeḧetî û řenc her wedes ewe
to řût her lew bê derbes kes mewe
towî îxtyarî boye daye des
tecrebet eka ełbet karî hes
bê û bîweşêne be werdî çake
be yek bike sed xermanit řake
dexîl neyçênî be diřk û dała
nek bê xerman bî le axir sała
şeř û xêr herdû teqdîrî ewe
emî pê xoşe qînyetî lewe
herçî pê xoşe bîke aza be
çî pê naxoşe xotî lê labe
cařçî cař eda şwên her yek şwêne
lamede bêro be cê memêne
bîrî gumřahî bo kê kenyage
dirgay se’adet le kê jenyage
wextê ke sifrey de’wet řaxrya
şa û geda wek yek bangêştin kirya
xetay kêye to cwaw nadeytewe
fikirê le ewza’ xot nakeytewe
eger wek bizin be cêmay le gel
ya cerde ya gurg zû etken pel pel
wesay bê wesa komekê fermû
bînay bînakey îman tewaw bû
alaslamArabic
îslam yanî ha îta’e kirin
emrî xudawend becê hawirdin
lelay xudawe herçî pêẍember
îblaẍî fermû şanî beyte ber
bo daynanî řesmî em dîne
baweřit bibê pencin binçîne
eweł kelîmey şehadeteyne
çun kufir wi’îslam emyane beyne
an tişihd ala alة ala alilhArabic
baweř ke be dił be ziban îqrar
me’bûdî berheq her ewe qutar
û an miḧmidaً risul alilhArabic
dûbare bitbê be dił û ziban
îqrar û yeqîn herwekû witman
be pêẍemberî salarî ’ereb
«abin ’ibdalilhArabic» quřeyşî neseb
«’ibdalimtilbArabic» bapîryane
le ecdadî ew haşim syane
daykî amînePerson kiçî wehebPersone
ewîş le eşraf destey ’erebe
le mekey şerîf ke zihûrî bû
meşrîq û meẍrîb piř le nûrî bû
şewî duşemme dwazdehum le mah
ribî’ alawilArabic le dayk bû şah
«suq allîlArabic» cêgay zihûrî ewe
çi beşê xuda keday bew şewe
wek xor lewêda serî hêna der
şikanî piştî xaqan û qeyser
tacî mecûsî wa xiste berpa
her bê ser ewê ta axir dinya
quřî da we çaw dêwî deẍełda
berdî da we ser lat û hebel da
bew î’zazewe ke hate dinya
menat û ’uza ’êzetyan nema
wextê ke ’umrî geyşte çił sał
cem’o bû lewda ewsafî kemał
le ḧevdey mangî řemezaneda
le ẍarî ḧîra lew mekaneda
be pêẍemberî řewane kirya
îcazey îrşad xełkî pê dirya
herçî ke boy hat le lay xudawe
tewaw geyandî řûy nepêçawe
ne le kes tirsa ne le řû dama
bo řewacî dîn ḧewlê çakî da
kesê mu’cîzey şeqî qemer wê
cibre’îl emîn bo ew řehber wê
lulak lulak tacî serî wê
sûrey «midsirArabic» keway berî wê
«û ma rimîteArabic» tîrî desî wê
zatî bê hemta hawnefesî wê
«ana fitḧina likeArabic» supay wê
«bilẍ ma anzilArabic» emrî xuda wê
«nisir min alilhArabic» we beydaẍî wê
kê cur’et eka ke lew yaẍî wê
tewawî ’umrî şest û sê sałe
daray tewawî ḧusin û cemałe
sêzde sał lewê pêẍemberî kird
axir teşrîfî bo medîne bird
de sałîş lewê îrşadî fermû
ta be emrî heq le dinya derçû
qebrî şerîfî ewete lewê
zîndû xerîkî ’îbadet ewê
bwarê weser řewzey enwerda
řeḧmetî xuda pey pey weserda
al û esḧabî be řeḧmet şad bin
le tirs û xofî meḧşer azad bin
řîşey dujminyan le bêx derhawird
be řoḧ û be mał dirîẍyan nekird
cergî şeytanyan daweser nêşa
le řêy îslama zeḧmetyan kêşa
«ni’im alimhacir û ni’im alẍazîArabic»
xuda û pêẍember lêyan bê řazî
û tiqîm alsiluhArabic
be penc feřzî nwêj wek hete baweř
le wextî banga xot meke we keř
heta etwanî meyanfewtêne
ẍîretit bibê be cêyan bêne
çî fermû ḧezret ełbet herwate
beynî kufir û to terkî selate
dexîl řencî xot nedey we zaye
nwêj bo ’îbadet wêney ser waye
çawê wirdo ke lamede le řê
bedenî bê ser we karî çî dê
«û asicd û aqtirbArabic» be to dełê řas
her nwêje mayey nizîkî xudas
fermûye ḧezret qezay le çawim
wa le nwêjda řoşnayî çawim
adabî ewê û fatîḧey řewan
nwêjî pê nałên çemyan û hełsan
lîbas û beden bermałit pak wê
desniwêj û nyet xeyałit çak wê
řû le qîble ke be dił û beden
bełkû lew dirga cwabit neden
bangewaz kirya ta key nabîsî
gerekyan nawê nwêj we pîsî
eger fatêḧat ḧerfêkî kem bê
lêt qibûł naken xatirit cem bê
lewane eyłêy tozê têfkire
bo sucde û řikû’ qerarê bigre
lew nexcîrgada pelepel meke
espit be berdî hewa şel meke
bizane le kê epařîtewe
deway gunah çon ehařîtewe
çonî ebêjî têkeł çî ekey
’îlacî derdit bo lay kê ebey
lay kam ḧekîmê hay le tedbîra
bîřêjî we ser zamî teqîsra
nîmeřo û ’esir û ’îşa em syane
heryek çwar řik’et feřz bîzane
meẍrîb sê řikat subiḧ dû řikat
mał wêran ewê herkes neyankat
û tutî alizkat
le herçî qûtî êxtyarîye
zekat wacbe emrî barîye
birinc û genim gał û dêmîle
nîsk û nok û co, peřşe be kîle
le dway pako bûn le koteł û ka
fela bîpêwê û zekatî lê ba
le xurma û mêwij wacbe zekat
baẍewan xoy lê nabełed nekat
herçî ke qûte le herzanîda
zekatî ebê saḧîbî bîda
endazey zekat kake sê pûte
beşî fuqera de yekî řûte
de yek bo dêmî ya ew berawe
aw le çem exwa ya le serçawe
aw hełgozînit eger hate ber
nîwey de yekit wacbe le ser
«fitreyşArabic» wacbe her wekû zekat
małî feqîre û be feqîr egat
ẍalbî qûtî şarî to çîye
bo eday fitre ewe kafîye
eger nazanî «fitirةArabic» çenêke
be menî mukirî serî menêke
be pêwaney çak newek kem û kiz
ya xo sê sye be weznî seqiz
û min alin’im
gagelit eger sî ser bû tewaw
yeksałeyê be we bê qaweqaw
eger bû be çil yekêkî dû sał
bike we mayey bereket bo mał
ke geyşte şest danî dû sałe
bide û nedanî şer’en miḧałe
le şest berewjûr be sî sî û çil çil
bê ḧesawyan ke biçûk bin ya zil
dûsałe le çil yeksałe le sî
bide ba daxił mel’ûnî nebî
le çil ser meř û bizin yek sere
wacb ta sedubîstî yek sere
le sedubîstê yek ser dûsere
herkesê neyda ’aqîbet şeře
le dûseduyek heta sêsed ser
sê meř zekate we bê derdî ser
le çwarsed çwar ser wacbe danî
wa min pêm witî ca xot eyzanî
leme zyatir her le sed ser yek
biznêkî dû sał ya xo her yek şek
mełê ey nawî wiştir bo nawey
bo beyanî kem to biznê nadey
û min alinqidîn
wacbe leser daray zêř û zêw
îxracî zekat xoy neka we dêw
eger dêjî zêw çendî zekate
her le çwarde timen ḧew penabate
ke zêřî xalîs bû be 8 misqał
çwar yek le de yek bide ba ḧełał
bibêt û nebê be agir bo mał
lêgre mał wêran lewê řenc betał
ew kese lêgre bexîlî eka
«fitkiwaArabic» lewê zelîlî eka
emanet ke bwe dwazde mangî xişt
zekatî bide xot mede we kuşt
welê le qûta wicûbî zekat
wextêke eger nuxşey pê bigat
«man’ alizkatArabic» yeqîn bizane
be muşrîk nawê, sebtî qur’ane
meyde be qeła û ’emaretî berz
de be dwazde meyande be qerz
tûy sexa û êḧsan bo xot biçêne
eger ’eqiłit hes beheşt bisêne
pencêrey şîşe wetaqî řoşin
sendełî û doşek textixab xoşin
perdey tełakûb dirgay nuqreřîz
mitekay fereng qałîçey tebrîz
gişt bo tecrebe day be to xuda
hoşyar be dinya meẍrûrit neka
eweł û axir herçî dawye pêt
zeřře be zeřře su’al eka lêt
çonit girdo kird çon dat be fena
’ebdî xuda bûy ya ’ebdî hewa?
ger bêtu emřo ’ebdî hewa bî
dûr le îta’ey emrî xuda bî
sozî şermesar řûzerd û xecił
desxałî û feqîr bê toşe û matił
be kam zwanê me’zeret ekey
lewêda hawar bo lay kê ebey
bab û bapîrit zoryan girdo kird
be ẍeyrî ’emel hîçêkyan nebird
legeł xoyana toşe bo meḧşer
toş her wek ewan řêget wa le ber
řû bem lawe ke le şwên çî wêłî
wek lewan cê ma etoş cî êłî
hertakû saẍî bide tekanê
le řêy xudada be tîkih nanê
destê bibzêwe be çake kirdin
ber le hełmetî leşkirî mirdin
hetakû mawî etwanî emřo
lemane ke xwa dawyetî be to
pî biçî bo ḧec zekatî lê bey
medrese û pird û mizgewt bînakey
bîke be toşe bo řêgey dûrit
bibê be ba’îs keyf û sirûrit
eyna ke mirdî taze natwanî
mewlûdî bikey ya xo qurbanî
dest le kifin taze dernayê
le řêy xudaya bey çiłe kayê
dey sa dewłemend dêre matił çît
wadey zexîres ger musłimanît
neka waşey merg teyrit biřfênê
toşe pêş xo xe ba cê nemênê
emřo bîbexşe ke saḧîb małî
sozî çaweřêy desî minałî
bizane warîs le ber ẍemî xoy
agay lê nîye to bo kwê eřoy
û tisum řimzan
emser ta ewser mangî řemezan
řojû wacbe le ser musłiman
ewełî beyan heta wextî bang
nabê hîç bixiwa ta axrî mang
le her kunêko be qeder yek mû
çitê daxił bê pî deşkê řojû
îlla tozî řê û gêre û ard bêjan
’efwe çun mexlûq mubtelan pêyan
terkî nan û aw řojûy ’ewame
eger epirsî ewpeřî kame
ebê men’î key tewawî e’zat
le herçî nefist dawat lê ekat
ne nezer be çaw ne ẍeybet be dem
ne bîstin be gwê ne be lûtit şem
des dirêj nekey bo ḧeram û pa
bo xîlafî şer’ neynîte ber pa
xeyałî xiraw řêgey dił nedey
ca ewsa eto be murad egey
bemaneyş hêşta her natewawe
ta fitirhArabic nedey wa be ḧewawe
nałêm min melam bê bîde be min
małî feqîre ay pyaw bê ya jin
şew û řojî cejin herkes hes nanî
le ser ew kese wacbe danî
ẍerez nasînî řuknî îslame
mełê mamosa ey nyet kame
«û tiḧc albît an astit’it alîة sibîlaArabic»
bo musłimanî bizane yeqîn
zyaret beyte řuknî pêncemîn
çunke des řoyn şertî tewafe
lem wacbeda zor kes mi’afe
zyad le xercî řê danî bê diro
nefeqey xêzan ta deçî û dîto
emînî řêge û řefêqî zerîf
şertin bo zyaret «bît alilhArabic»y şerîf
be małî ḧełał le řêy řasewe
be sidqî derûn be îxlasewe
bo em zyarete le serit kake
řû le astaney pakî xudake
zeḧmet mekêşe bêrewe mame
eger ezanî toşet ḧerame
çun małî xalîs şertî qibûłe
ke nîte ḧełał le cê mecûłe
dewłemen dexîl firsete sadey
wexte zyaretî małî mewla key
herçît ke heye bînêre serdes
bîde û tewafî bike be hewes
«min dixilة kan amînaArabic»
merhem eřêjê be řûy birîna
çun em zyarete mayey ẍufrane
mał sehle be řoḧ hêşta herzane
ẍusił û xwardinewe le awî zemzem
pařanoy mîḧrab, ḧecer û mulzem
wêsan le cêgay ḧezretî xelîl
bo pařanewe le xuday celîl
«ḧicralasudArabic» maç kirdin be dem
tewêł têsawîn des lêdanî hem
pařan û senay řuknî yemanî
ḧew def’e tewaf lebeyke xwanî
wêsan û xewî kêwî ’erefe
ke le herdû la mayey şeřefe
le sefa û merwe kirdin gurge loq
řesme ke ḧecac řa’eken toq toq
qurbatî kirdin bazařî mîna
řecmî dêw legeł mûy sertaşîna
xuda be řeḧmet ’etay ka pêman
şeytanî le’în dûr xatolêman
bê be cê bêne er hete małê
heryek def’eye nek hemû sałê
eday emane erkanin be şer’
bo dînî îslam baweř pêyan fer’
muxteser bese xulasey kelam
em pence yanî erkanî îslam
herkes terkî ka yekê lemane
dînî naqîse û fisqî ’eyane
erkanî ḧecit ke hawirde cê
megeřêrewe bo medîne bê
eger gerekte ḧecî dûbare
ḧacî zyaretî řewzey muxtare
eweta lewê «fixir alanbyaArabic»
bo zyaretî çaw bike we pa
danê be îxlas řû le ser xakî
be sozî derûn bigre şebakî
be tozî řewzey biřêje çawit
bê îslaḧî ke diłey fewtawit
bipařêrewe lewê wek «zarîPen name»
çun ew ḧekîme û to derdedarî
hawar ke ya şa ya «xîr alanamArabic»
ya řeḧmetî ḧeq, ya desgîrî ’am
ya hełbijêryag le «maswî alilhArabic»
ya saḧîb kerem bo ’asî pena
ya tikakarî meydanî meḧşer
ya şehryarî medîney enwer
ya meḧrem we řaz xasey îlahî
ya wasił be ewc mertebey şahî
«nibî alirḧimh şafi’ alamimArabic
maḧî alzilimة kaşif alẍimimArabic»
ya meḧbûbekey zatî subḧanî
penam bot hawird ca xot eyzanî
we barî gunah we řûy zerdewe
we xecałetî û ahî serdewe
kiz û gerdin keç řûsya û melûl
desim damanit «ya ni’im alirsulArabic»
be hewa û hewes ’umirim berbad kird
dosim řencan û dujminim şad kird
beserdaxsitin be şermesarî
be desî xałî we bê dyarî
be řûtî û qûtî û hejarî hatim
ya «risul alilhArabic» bidey necatim
le dawî nefis û le mekirî şeytan
le barî ẍefłet le beḧrî ’îsyan
le ẍerq û sûtman, bełay kitupiř
bimke we xatir çwar kiçit û sê kuř
bimke wexatir ew çwar emîre
du’ayê bike bo em feqîre
bo eday qerz û feřzî ’îbadet
bo tewfîq le ser řêgey se’adet
wek hey le ḧałman her ẍafił mewe
le gyan kêşana firyaman kewe
le tenganey qebir le xofî meḧşer
wextî kêşaney kogay xêr û şeř
le wextî xofî ’ubûr le sîrat
agat lêman bê agir nemanxiwat
řewaneman ke hetakû ew ber
bê beşman meke le awî kewser
becê meyêłe kesman le narda
bimanbe beheşt legeł exyarda
«alaḧsanArabic»
le ’îbadetda perdey şik lawe
wa bizane çawit wa le xudawe
eger wa nebî wa bizane xuda
be çawî qudret temaşat eka
tucret ḧełał ke û temełî meke
serkar wêsawe û deẍełî meke
«alaḧkam altiklîfîhArabic»
ḧukmî teklîfî pence bo îslam
nabełed mebe bîzane temam
«wacbArabic»
ewełyan wacb, ’eyn ay kîfaye
bo îslametî ewanin paye
ke be kirdinyan însan řû sûre
be nekirdinyan le řeḧmet dûre
«sinّt»
duwem sunnete wek sîwak kirdin
ya xo řewatib be cê hawirdin
le kirdinyana ecrî gewre hes
be nekirdinyan zeḧmet naden kes
«ḧeram»
swem ḧerame wek qetił û buhtan
zîna û ẍeybetî biray musłiman
emane esbab hîlakin bo to
dexîl be mûyê bo layan meço
mefermû hîç nîn em řêze řêze
le gewirh û biçûk xot biparêze
çunke nazanî be kam gunahê
le cehenmida etxene çahê
«alimkirwe»
çwarem mekirûhe wek dway nîmeřo
le řemezana sîwak bikey to
mekiruwe wekû sîr we pêxor kirdin
ya le dway desniwêj xo wişko kirdin
emane herçen pî nałên xeta
welî wa çake însan neyanka
«alimbaḧ»
pencem mebaḧe wek kesbî ḧełał
le ber tewsî’ey nefeqey minał
ya be tîcaret ya be felaḧet
nek be cerdeyî û zułim û qebaḧet
xêzan we ḧeram meke we perwar
ba le dozexa newî giriftar
eger derbesî êşî mar û dûpşikî
qena’et ekey be nanî wişkî
eger bedenî xoyşit xoş nawê
herwek cehenim bêraw têy hawê
herçî lazim bû wa beyan kirya
yekayek bo to tefsîlî dirya
«azwacih rizî alilh ’inhinّArabic»
jinanî ḧezret ew pak damanan
ke wek dayk wan bo musłimanan
yekayek hemû pak û bê neqse
xedîcePerson û sewdePerson û ’ayşePerson û ḧefsePerson
zênebPerson û ummeselmePerson û řêḧanePerson
«am ḧibîbihArabic»y ebî sufyane
zêneb corye, «sefyePerson», «meymûne»
jinî ewn em dwazde xatûne
’elawey eman sê caryey bû
«cemîlePerson» «maryePerson», «ḧarsey» xoşxû
ẍeyrî emane bûgye pêẍember
jin û carye, biřwane «sîyerArabic»
awlade
sê kuřî bûge řesûłî muxtar
qasim, îbrahîm, ’ebdułłay nazar
kiçî ’efîfey çwarin me’lûm
zêneb, řuqeyye, hem umme kulsûm
«am alḧisnînArabic» fatmey zehra
ḧebîbey řesûł xatûnî ’uqba
ẍeyrî îbrahîm xedîcey kubra
daykî ewane le ew bûn peyda
«maryey» daykî îbrahîm hem
ḧewt ewladî bû bê zyad û kem
legeł beyanî ezwac û ewlad
bo mubarekî «tiḧfih alakiradArabic»
arezûy ewsaf «sîd albişirArabic»
dîsan be diłda wa kirdî guzer
şima’le
emcar bîne ser şêwey bêxewşî
çawê biřêjîn be xakî kewşî
demê şîrîn keyn be wesfî zatî
dił zaxaw beyno be te’rîfatî
her le tewqî ser heta pencey pa
derûn û bêrûn çep, ras ber û dwa
tewawî e’zay řêk û diłbere
tacî şeşdangî cwanî le serh
keway «ank li’lîArabic» heta
«xilq ’izîmArabic» we ber ew biřya
kesê «ḧiq wasifArabic» bo cemałî wê
eşê ew kesih kê hawmałî wê
gułê ke xalq hełîbjêrê
le beḧrî řeḧmet awî bidêrê
xulasey gułzar baẍî wicûd wê
we nazperwerdey zatî me’bûd wê
řêkî xa tewaw espaw cwanî boy
bîřazênêto be arezûy xoy
kam bulbul twanî têr temaşay ka
şerḧî řêkî qed řeng wibałay ba
beydaxî sipay cwanî hełkird
estêre û mang û řojî têkeł kird
qamet myane ne berz ne newî
dûr le laẍrî û ’eybî qełewî
goştî e’za çesb ne şoř û ne şil
ser mitewest ne biçûk ne zil
le danîştin û řoyn û hełsana
eyřiwanî weser bała berzana
mûy beden sya bê kirjî û lûlî
ḧedî weset hes bo kurtî û tûlî
tewêłî guşad, ebroy wek keman
dirêj û barîk emyan û ewyan
mûy birjang fire çawqewî widłikeş
sipênkî diłber, řeşênî zor řeş
ey dił wequrban ew kemane wê
bo tîrî mujey we nîşane wê
lût řêk û barîk le şikłê xasda
welê kemê berz le naweřasda
řêk û bê girê řûmetî cwanî
herwek xateme xetme bo cwanî
ḧuqey dem hera û wextî ’îbaret
meta’î ’eqłî ebird be ẍaret
dyanî sipî tîj û şaş û wird
nûr le beynewe hatuçoy ekird
řûy mibarekî cwan û mudewwer
tewêł pan cwantir le qursî qemer
řengî řûy sipî muḧîbet xêze
newek zor kemê, sûrî amêze
baqî bedenî sipî û nûranî
wek mangî şewî çwarde bo cwanî
řîş piř û dirêj be qeder yek mişt
kemałat hemû ceme le wa gişt
ta «mitmi’inh arci’îArabic» bîst
mûy sipî řîşî nizîk bû be bîst
gerdin berz û saf meger her xuda
wek dirusî kird te’rîfî bika
dû şan le yek dûr biřê sîne pan
sîney legeł sik mîzan û yeksan
le çay bergerdin heta çeşmey naf
bû le mû xetê barîk wek tenaf
morî nebuwet le naw şanîda
wek esêrey řoj le beyanîda
meçekî dirêj biřê destî pan
nerimtir le řoḧ şîrîntir le gyan
meřî qisir boy hatewe şîr
be temenay ew aw serkewt le bîr
be yek îşare mangî kird be dwan
be miştêkî řîx yek sipay şikan
zîndûy kirdewe mirdû bê diro
saẍ û siłamet herwek min û to
her le ber em bû bê diro û buhtan
xuda day be noḧPerson keştî bo tofan
ta bo wî henasey nebû be delîl
nebû be gułzar agir bo xelîl
lewo desyan kewt kelîm û ’îsa
em eḧyay mirdû, ew yedî beyza
natwanim bêjim min zyatir leme
çeşmey mu’cîzey hemûyan eme
welê bałatir gişt mu’cîzatî
ew qur’anNamed-Entityeye hat bo xełatî
ke basewadan tewawî dinya
hîç kes neytiwanî yek te’ney lê ba
camê’î qanûn mirdin û mane
wa’îz û nasîḧ cin û însane
bo dînî îslam her ew esase
çonim pê witî yeqîn her wase
wacbe le ser gişt musłimanê
ḧurmetî bigrê her ta etwanê
ẍizwe
ke be mu’cîzey neyankird yeqîn
desî da şimşêr bo zihûrî dîn
ewe ew kirdî le řêgey dîna
her ew kirdûye le ser zemîna
kesê ke xalq nawî nê «nizîrArabic»
kê bergey egrê ke des bate tîr
kê etwanê bo ḧerb ew saz wê
ke ḧeq le batî ew tîr’endaz wê
leşgirî melek wan le ta’etya
’eqił çî bêjê le şeca’etya
agat lî heye çon kirdinî hîlak
řojekey ḧuneyn be lewêçê xak
ey bigre û bikujey «bedirNamed-Entityt» wa le yad
be miştêkî řîx gerdî dan we bad
me’rekey «uḧudNamed-Entity» bêrane nezer
kafir çyan kird be «xîr albişirArabic»
ewney koşiş kird bo musłimanî
hetakû şika ser û didanî
zorî pê neçû xuda ḧeqî kird
lew şiksitewe çak tereqî kird
«faqe dînuh ’eley kil dînArabic»
«awḧî alîh biftiḧ mibînArabic»
tîkirar bûge em ḧerbe we def’e
le de sałeda bîst û ḧewt def’e
ḧewt lew ḧerbane gewrew meşhûrin
bo kufar zułmet bo îslam nûrin
wek «bedir û uḧud, xendeq û xeyber»
«ḧuneyn û tebûk, fetḧî muyesser»
be’zê le ehlî syer defermûn
ẍeza we bê xoy nizîk we şest bûn
naguncê lêre tefsîrî bideyn
şerḧî ḧewałe be syer ekeyn
muḧîb ke meḧbûb xoy kird zyafet
pay hawirde beyn řutbey xelafet
alxilafe
cêgenşînî ḧezretî řesûł
xelîfey nawe zorî nedeyn tûl
alxilîfة alawilArabic
le paş wefatî ew zatî eqdes
«bûbekirPerson» emrî dînî girte des
nawî ’ebdûłła leqebî sidîq
«mikeLocation» mewlîd ewe be teḧqîq
ebî quḧafe nawî bawkye
«am alxîr silmîArabic» nawî daykye
dû sał û sê mang tewaw ḧukmî kird
dway şest û sê sał be nexoşî mird
sałî sêzdehem hîcrî û ḧewtî
«cimadî alaxirArabic» naził bû mewtî
le mirdinîşa herwekû ḧeyat
bû be cîranî «sîd alsadatArabic»
alxilîfih alsanîArabic
xelîfey eweł dewrey hate ser
canşînî xoy bexşî be ’umerPerson
ew şanî da ber emrî îslamî
ew îta’ey kird be řomî û şamî
er bêm we te’rîf fezłî ’umerda
cê nabêtewe lenaw defterda
kemê le wesfî eger îmla kem
defterêkî tir meger înşa kem
îslam be ’umer wîs’etî deskewt
le ’ehdî ewda fîtne yek yek xewt
fitûḧatî ew meşhûre tewaw
bê emrî nekird ḧetta deryay aw
kunyey «abuḧfizArabic» faruq e’zem
leqeb, le mekke le dayk bû hem
abin alxtabihArabic le ceddî haşim
deçêtewe ser řesûłî ekirem
de sał û çendê ew xelîfe bû
ew mirewîcî em wezîfe bû
bîst û şeşemî zîḧece le sał
bîst û sêy hîcrî dinyay kird betał
dinya tarîk bû be mergî ’umer
lafawî ḧesret dinyay girte ber
be destî abulu’lu’Arabic şehîd bû
ewîş wek sidîq lay ew řefîq çû
alxilîfih alsalsArabic
le paş řîḧletî xelîfey sanî
’usmanPerson em ’ebay xiste serşanî
abu’bidalilhArabic leqeb «zî alnurînArabic»
abin ’ifane daray řuşd û zeyn
«arwîPerson» daykye le ceddî çarem
deçêtewe ser ḧezretî xatem
dwazde sał çen kem her ew emîr bû
xerîkî îslaḧ dara û feqîr bû
heştî zîḧece le sałî sî û penc
şehîd bû medfûn le «beqî’» wek genc
heştad û ḧew sał zîndeganî kird
xozgeman be xoy be şehîdî mird
alxilîfة alrabi’Arabic «kirim alilh wicihةArabic»
le dway sedemey koçî zî alnurînArabic
birqey zułfeqar «’elîPerson» hate beyn
ew bû derwazey xeyberî şikan
ew bû ke tacî qeyserî řifan
ew dułduł sware «asdalilhArabic» ye
amoza û zaway «risul alilhArabic» ye
ew abwalḧisin abu tirabArabice
ew řoşnî çaw fîrqey esḧabe
dayk fatme bab abutalbArabic
şêrî řûy meydan «kirّarArabic» û ẍalb
4 sał û 9 mang ḧikûmet ew bû
qatî’î de’wa û xusûmet ew bû
sałî çil, bîst û yek le řemezan
şehîd bû bedes yek «’ibdalirḧimanArabic»
le mekey şerîf le dayk bûge
ełên ne’şekey bo necef çûge
ke em xewt le toy xakî necefda
esef hat pey pey wedway esefda
alxilîfة alxamsArabic
le paş koçekey ḧeyderî keřřař
ḧezretî ḧesen kirya we cadar
bab ’elî, dayk fatmey zehra
«abumḧimdArabic» leqeb mucteba
xoşewîsekey řesûłî eqdes
řêḧaney beheşt berupişt etłes
şeş mang naye ser tacî xelafet
naga řûy têkird lafawî afet
řojî pencemî ribî’ alawilArabic
ḧemley bohawird leşkirî ecel
«ci’deArabic»y ḧeremî zehirxiwardey kird
be mirdinî ew musłimanîş mird
le çila emîş le dinya derçû
’umrî şerîfî çil û ḧewsał bû
dewrey xelafet sê sał bê xîlel
ma be sełtenet kirya mubeddel
me’lûm bû boman we bê çend û çûn
«alxilafih bi’dî silasunArabic»
lemewla xîlaf çunke dête beyn
sełaḧ herwaye qisey lê nekeyn
alactihad û altiqlîdArabic
bełê muctehîd ew kese yanî
usûlî îslam tewaw bizanî
’alim bê be gişt eḧkamatî şer’
legeł delîla çi esił û çi fer’
le delaylî kurt û muxteser
eḧkam be tefsîl tewaw bate der
şertî îctîhad wek kitêb ełêt
yekayek lewda wicûdî bibêt
wacbe le ser her musułmanê
ke xoy îctîhad bo xoy netwanê
peyrewî yekê le muctehîdan
be mideweney xasî mezhebyan
xoy teslîm bika be yekê lewan
ta pî nełên şêt wêł wisergerdan
ewane eger daray tedwînin
cam’ bo usûl firû’î dînin
çwar neferin e’lem û eřşed
«nî’man şafî’î malk û eḧmed»
mezhebyan seḧîḧ wacbe însan
xoy teslîm bika be yekê lewan
ehlî tesenun ew cema’eten
peyrewî yekê lem çwar mezheben
le usûlîşda le nuqsan berîn
çunke tabî’î şêxî eş’erîn
asim amam şaf’îArabic
em şafê’îme kewa ře’îse
nawî miḧimd kuřî îdrîse
dayk fatme yeksed û penca
hîcrî teşrîfî hawirdih dinya
penca û çwar sał ’umrî kird û mird
bo qerafey mîsir, ḧereketî kird
asim amam aş’irîArabic
pêşeway usûl eş’erî celîl
nawî ’elye kuřî îsma’îl
ewan xoşyan kird em řêge řase
ewan meḧkemyan kird em esase
çiray ewane şu’le edato
xuda be řeḧmet cezayan bato
xatme û tube û timiskArabic
nazanim takey berze demaẍit
qasîdekey merg wa hate baẍit
bo naypêçîto dûkanî kerî
gełay gułałey ḧeyatit werî
bûy be metle’î «alşîb nûrîArabic»
ḧeya bitgirê takey lew dûrî
cehdêkit nekird le karî ewda
şewt řojo bû herway le xewa
cwanî ke řoyî pîrî dê ledwa
welê dway pîrî her merge û fena
ewe bînayî çawan lêł eka
eşkî nedamet le çaw keyl eka
azake! zer’î ta’et sawa bû
řojekey ’umirit haka awa bû
berdê be we ban şîşey emelda
henase wek řoj wa le dem kelda
çun cwanî û pîrî herdû fanye
dewłet pařano û peşîmanye
herta qyamet wa’îz defermû
demadem pey pey «amniwa tubwaArabic»
ew ẍafił nîye şew û řoj tawê
to ḧałî nabî û ew bêdeng nawê
gwêy xot xałî ke wirya be aga
bo şinewtinî «tubwa alî alilhArabic»
tobe yanî ha peşîmano bûn
le gunah û jêr îta’ey ḧeq çûn
kam peşîmanî? giř bixate dił
dîzekey xecłet wa bêrête kuł
firmêsk le çawî carî ka wek co
xorak û xewt le bîr bibato
kilîley ẍefłet bitwênêtewe
syahî defter bikujênêtewe
şîrînî bênê we dway tałîda
neyełê îla ew le małîda
girpey henasey seḧer û şamit
bwê we derman bo zûx û zamit
çun name’lûme bo mergit nobe
dexîl řake naw dayrey tobe
xot ḧewa de jêr şabałekey pîr
nek hełoy şeytan bitka be neçîr
řêga çoł û hoł piř piłeng û mar
bê řabtey ew kes nagate şar
er past neka hîmmetekey şêx
çetey dêw řîşet derdênê le bêx
kamîn şêx cêgay cilwey şer’ û wer’
mezherî erkan tewaw esił û fer’
lay seřafî şer’ bînê tay teqwa
be qed yek zeřře zyad û kem neřwa
eger gerekte behrey însanî
deysa ta zuwe bigre damanî
mekujênewe çiray selîqe
xadmî şer’in her penc terîqe
le her kamyana şexsêk wabû
te’xîrî nawî xot teslîm ke zû
eger řas nehat ew bew mîzane
bêrewe ewîş wek to nuqsane
serma, key befrî kwêstan ebato?
mirdû key mirdû zîndû ekato?
er ladey perdey hewa le nawa
le surmey însaf bêrî we çawa
piř nekatewe gêjełûkey fîz
bînayî dîdet netmênê temîz
şeqawet newî we tarîkî şew
řojî řoşnîş newînî we xew
şarezat ekem bo lay ew kese
ke zîmey îrşad ḧełqî we dese
zînetî kałay sefa û řasye
qutbî dayrey xudanasye
şołey çirakey ’usmanî sanî
şikofey gułzar «zyayArabic» ’usmanî
mê’marî desgay ẍewsî ercumend
řoşnî dîdey xwacey neqşibend
pîrî pak le toz hewa û nefsanî
mezherî enwar feyzî yezdanî
murşîdî kamił şabazî tîjpeř
fezay muḧîbet ḧeqîqet miqeř
serkarî dîwan berekat bexşî
daray terîqey qadrî û neqşî
hewrî barindey behrey însanî
baranî řeḧmet deryay řeḧmanî
saqî bezmekey teqdîs û tewḧîd
sedrî e’zemî te’zîm û temcîd
komekî ’îlim û şer’ û dyanet
çeşmey safî zuhd teqwa û emanet
dił we etba’, şerî’et awa
’elay ’usmanî byare me’wa
be dûrbînî şer’, bê timaşake
têfkire eger çawit řûnake
serapa zor çak biřwane pêda
likey xîlafê nabînî têda
em sîlsîley pak «sîrac aldîneArabic»
em adabî xetim zîkir û ayîne
em řewacî dîn xuda û řesûłe
em te’lîmî tam fer’ û usûle
em ceddî belîẍ wezi’ û teqdîse
em teqwa û ta’et wer’ û teqdîse
em cema’ete û em cum’e çake
em eḧyay terîq îslame pake
emnoşî cur’ey şîrîn wek şehdî
bewan baqîye ta dewrî mehdî
pider ber pider pak û muqedes
be şahîdî şer’ newek be hewes
semerey şecer baẍî ’îrfanin
’usmanî neseb, ’umer nîşanin
bilûrî bêgerd berqî îslamin
quwey beraqey bilûrî ’amin
ta em karxane xerîkî kar bê
yařeb em deste we ew serkar bê
xusûs serwî baẍ pîrî pak zemîr
mubarek tînet, se’adet xemîr
«dirh alisdifArabic» deryay me’rîfet
cam’î cah û edeb û ’îffet
hawnawî bapîr ’alî muqamî
menzûr û me’mûr mewlanay şamî
wa şem’î îrşad lew ’usmanewe
des des hate des em ’usmanewe
’umrî em lewan tûlanîtir wê
em çiraye bew nûranî tir wê
xuda ’eqîdey «zarîPen name» şîrîn kat
xatîmey be zîkir «kimal aldînArabic» hat