kerêkî geřoł, sindan lêdraw

be bergî em û ew le xot dermeço ba nebîtewe be xot
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  335 views
kerêkî geřoł, sindan lêdraw
le ber zexmarî berełła kiraw
eyzanî wek xoy nîye kułołê
leber damawî řûy kirde çołê
le tirsî meges exzya lenaw
kemtir eywêra bête ber hetaw
şew ta beyanî ẍerqî çira bû
be řoja xewgay le sêbera bû
ta hêwaş hêwaş zamî çako bû
le kîm û zûxaw, birîn pako bû
řojê egeřa bêxof û xeter
pêsî şêrêkî hate ber nezer
witî be sûřet egerçî kerim
welê em pêse ekeme berim
be dewr awayî eřom ba hełbên
lêre bew lawe barim lê nenên
des becê pêsî şêrî kirde ber
řû be awayî řêgey girte ber
ehil awayî çawyan kewt be şêr
hełatin yekser tewaw mê û nêr
awayî çoł bû kesî tya nema
ker witî eger hełbênim seda
nêr û mêw emirin giştyan be carê
hîç kes namênê lêm binê barê
çun ney’ezanî em bêş’ûre
dengî şêr û ker zor le yek dûre
ke benî adem gelê ḧesasin
seday ker û şêr zor çak enasin
wextê zeřanî zanyan kere
lî girdewe bûn, bû be mesxere
le jêr pêsî şêr hênayane der
xawenî nasî û aza daye ber
birdyewe bo mał xistye jêr kopan
zeḧmet beşî bû ta wextî topan
toş eger be pês xo bikey be şêr
řêwîş etwanê ke bitnête jêr
cewher eweye eger zatîye
bê cewher eme be serhatîye