emşew çi şewêke ke şewî qedre ẍułamî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  531 views
emşew çi şewêke ke şewî qedre ẍułamî
bałay berat û şewî qurbane meqamî
xurşîd wer’egrêt dû sed şu’le le şamî
enwarî se’adet dedrewşê le «zilamîArabic»
řojanî mubarek hemû hatûne selamî
emşew çi şewêke ke hewa ẍalyesaye
şadî be xeber, ẍusse û mîḧnet le xewaye
em çerxe be estêrewe sergermî semaye
dê deng le hemû lawe şewî hatnî şaye
ew eḧmede pake ke hemû weḧye kelamî
emşew çîye řûnake dûsed meş’elî îman
asarî se’adet le hemû lawe direxşan
em xeywete şîne çîye bo bû be çiraxan?
me’lûme ke enwarî şehî yesrîbe taban
erwaḧe muşeřřef be teḧîyat û selamî
exbar le ẍeybo dedrê wextî zuhûrî
pêẍemberî mew’ûde ke awaye be nûrî
řuxsarî ew em ’aleme beřřî û biḧûrî
sêbergirî hewre welê to hîç be dûrî
nabêt bizanî perî cibrîle ẍemamî
em řoje le şewda ke debê nûrî nimayan
ey şew were sed řojî direxşanit be qurban
her ew şewe řûxa û şika payeyî eywan
her ew şewe kujyawe giřî awrî sozan
damirduwe yek def’e biłêsey be dewamî
her ew şewe małatî quřeyş hatne guftar
wityan be seraḧet le hemû lawe be yek bar
teşrîfî le dayk buwe pêẍemberî muxtar
dinya be wicûdî çemene cennete gułzar
exlaqî pesendîdeye qur’ane peyamî
her ew şewe deryaçeyî sawe cigerî sût
awî çuwe bin xak û le aw û le gya řût
ew awre bû wek neheng em awye da qût
bem awe kujawe giřî sed sałe ke ebzût
wa mird, le des çû «abid aldihirArabic» meqamî
her ew şewe dinya bû minewwer be cemałî
bitxane wek ateşkede awir çuwe małî
bo çûnî felek cin nema quwetî bałî
kîsra le xewa xwêndyewe ê’lanî zewałî
neccaşî serî nawete ser xakî şeqamî
bit kewt be řûda û şika qîmet û qedrî
bitxane le řûxane nema řewneqî weqrî
kahîn le «seci’Arabic» bê beş û bê behre le «nisrîArabic»
xoy dêjê be xoy axrî eyyamte, emrî
ḧeq hatuwe batił le fenadaye meqamî
exlaqî pesendîdeye lewa koye ke mahî
«xasihArabic»y ewe pêẍemberî û mesnedî şahî
cibbey berî «midsirhArabic» «lulakArabic» kelamî
herçî ke biłêm bê şike bałatre cahî
«zarîPen name» bese em beḧse ke bê fîkiru nefamî