ewî derd û musîbet bû le řêgey ’îşqida dîman

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  465 views
texmîsî zarîPen name le ser ẍezelêkî merḧûm xwalêxuşbû miḧemmed «xanî selîmî»:
ewî derd û musîbet bû le řêgey ’îşqida dîman
çîye dermanî em derde, xuda çare, xuda derman
be şimşîrî birokanit ewa zexmare dił, dîsan
xedengî çawî bîmarit ke dêt û dił deka nîşan
nîye xofê le řoḧ û gyan qisey fewtanî îmane
mezaqî tałe tûtî teb’î min bê qendî guftarit
ḧeyatim her demê sed mirdine, bê bezmî dîdarit
felek řêgem ke nada leḧzeyyê ta bême gułzarit
xeyałim narde ser sefḧey cemałî řeng û řuxsarit
şehabî saqbit yek def’e diłmî kirde nîşane
le sayey çawî mestî tuwe ’alem piř le ẍewẍaye
le her goşe û kenarêko teqala bo temaşaye
le mułkî ḧusneda salare, serdare, şehenşaye
ekem řoḧim be qurbanit heta řoḧim le berdaye
eger řoḧim be qurban kem le lam zor sûk û asane
be germî awrî şewqî cemałit sîne sûtawim
le tawî hîcirit ey gyan emin dû řûde dû çawim
le şarî ’îşqida biřwane kanî awir û awim
le beḧrî ayetî ḧusinit, ’eceb meẍrûq û damawim
kenar û saḧîlî ’îşqit çi napeyda û payane
ełên derman eka derdî diłî piřjan û êşawim
ebexşê nûrî dûbare be dîdey nûr fewtawim
be mêhmanî ke bêt û pa binête banî dû çawim
xudaya çende xoşe mêzbanî qelbî fewtawim
çi ẍewẍaye le xatirma «mizîfArabic»y şah sułtane
le dûrî to neka hawar xatir piř sikałaket
bedestî lutfî heq bimxate jêrî sayey ałaket
heta bîkem be surmey çawekanim gerdî pałaket
netenha ḧazre xatir le bo awayî bałaket
gilêney çawekanîşim dekem bo to be kaşane
ecel ger mołetêkim pê bidat ey gyanî şîrînim
lebatî pê beser bême ḧuzûr emcare bitbînim
yeqînim waye bo def’î hemû êş û nexoşînim
be qurbanî serit kem řoḧ û gyan û dîn û ayînim
heta bîhênmecê nextê sizay îkřamî mîwane
be bê yadî cemałit ger biłêm dił şade naşade
diłî xałî le şorî ’îşq wêranekey abade
xuda her payedarî kat ew ḧusne xudadade
henaseyşim be yadî to ekem bon xoş û amade
ke ba zułfî perêşanit ta ta bika şane
ewey hoşyare bê hoşe le dewrî nergisî şehlat
esîrî zułfî dawî perçemî tatate herkes hat
de saqî têke sato bî xuda ba ẍem le dił biřwat
eger çawim be bedbextî nebînê qametî zîbat
be qur’anNamed-Entity swên dexom şahim, feqet kwêrbûnî dermane
meta’î ’aşiqî bîçare her fîkir û xeyałate
bełê her nûrî efkare ciłewkêşî kemałate
wekû «zarîPen name» «selîmîPerson» muşterî kalay bałate
ewêsta qîblekem ’ekis û xeyałî qed û bałate
le sayey çawekanit «eḧmed’awa» bû be bitxane
cemałî ḧezretî leyla řewacî da be mecnûnî
diłî birdim be ’îşwey çawî kał û lêwî meygûnî
le ḧełqey zułifda gîre, miḧałe taze berbûnî
xudawenda qedîr û qadir û qeyîwim û bêçûnî
kerem ke řeḧmetit ba bê, kerem karî kerîmane