esłî to ew cewhere wa ber le adem nasra

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  465 views
esłî to ew cewhere wa ber le adem nasra
nawit ew nawe le ’erş û lewḧ û kursî nûsra
zatit ew zate kewa teyî mekanî bo kira
qametit ew serwe sayey ser felek yek yek xira
řûmetit ew şem’ih bo cem’î dû ’alem hełkira
ey le nûrî to le ademda melayek sucdeber
ey be wextî hatinit herçî řesûłe mujdeder
ey pena bo xas û ’am bo geda û mu’teber
ey çira bo dił dewa bo derdim ey nurî beser
merḧemet ke ba nebim bê beş le şołey ew çira
ey necatî noḧPerson û îbrahîmPerson û «zwalnّwinArabic» û «zibîḧArabic»
ey enîsî yosfî seddîq ey mujdey mesîḧ
ey le nêw destî mubarekta be qewlêkî serîḧ
kirdî berdî wirdî řeq tesbîḧ û tehlîlî fesîḧ
min ke însanim ebê çonit nekem mediḧ û sena
ey tilû’î aftabî tel’etit nûrî necat
ey şifa bo êş û janî sîne û ser, xakî pat
ey le şîrînî qiset şermende sed awî ḧeyat
řojî řuxsarit le ser her erz û her xakê hełat
bû be kanî gewher û ełmas û yaqût û teła
ey tifit tiryak bo jar û dewa bo êşî çaw
małşî destî şerîfit merhemî qaçî şikaw
ey le sayey hîmmetî towe řeha ahû le daw
cînin û însan û melayek ometî toye tewaw
to ře’ûfî û şefî’î û ḧebîb û mustefa
ey le meydanî şefa’etda yegane şehsewar
ey pena bo řojî tirsî ’asyanî şermesar
ey şefabexşî nexoşanî zelîl û şêt û har
ey şehenşahî medîne řeḧmetî perwerdigar
merhemî lutfî etoye bo birînî min dewa
ey şeqamî şer’î to ’eynî «sirat alimistiqîmArabic»
bo neçûnî dozex û bo çûnî «cinat alin’îmArabic»
wa sefî exlaqekanî toye qur’anî ’ezîm
çî biłêm îdî emin qet layqî em wesfe nîm
herçî bêjim îqtîbasêke le fermûdey xuda
tu be şimşîrî «fe’enzîrْArabic» cergî kuffarit biřî
hełqeyî zincîrî şirk û çermî zunnarit çiřî
hergedey bedxahe nêzey dosekanî to diřî
çen diłî e’da le xofî tîẍî peykarit fiřî
leşkirit fewcî melayek komekit nesrî xuda
ey umêdî ’asyanî dił peşêw û piř le ẍem
řoşnî çawî ’ereb ey gewre bo řom û ’ecem
ey tikakarî gunehkaran, ey saḧîb kerem
des le damanî kewat ew řoje qet min ber’edem
ẍeyrî ew, « zarîPen name» ke nîme min le dû dinya pena