diłî ałoz û şêwawim heta bextî le kara bû

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  352 views
diłî ałoz û şêwawim heta bextî le kara bû
hemîşe cêgey aramî le baẍî wesłî yara bû
eger îqbałî werçerxa û řûxa burcî awatî
duçarî derdî dûrî bedrî řuxsarî dił ara bû
beharê piř sefa bû em wiłatey ême ta ẍunçey
cemałî yar lewda aftawî ’alem ara bû
beheştî piř le naz û nî’met û asayş û şadî
gedakanî be darayî yekayek mîslî dara bû
çetûnî payîzî bê řeḧme ew ẍunçe eger jakan
’ewez baẍî be şîwengah û xaristan û xara bû
le ser textî silêman ḧakmê danîşt demzanî
wekû dawwide ḧukmî, çî zuḧakPersony bê mudara bû
be xwênî bêgunah em mułke wa řenga ke çengîzîş
eka hawar em kuştare ẍedrî aşkara bû
meger em ’esre ẍeyrî qetił û ẍaret wacbêkî tir
nebû emrî ke pê bikirê le ladê ya le şara bû
xuda ew muftîye řûzerdî dîwanî qyamet ka
ke em awrye hełgirsan û em fitway le zara bû
gelê we’dey wekû hengiwînî şîrînan be ’alem da
welê her qetre her zehre legeł sed kûpe jara bû
xuda bîpêçyewe em ................Missing ke bo mîllet
ne her řojê hemû katê legeł sedha xesara bû
be ’edił û emin û asayş ewende bangewaz kirya
legeł zułim û diro û mekirî bê ḧedid û şimara bû
be xwênřîjî esasê danemezrawe dewamî bê
temaşay załman ken le çerxî řojgara bû
be koçî seru, lem gułzare mînû şêwe biřwane
ke kêw û deşt û şar û dê be gořistan řazabû
mukafatî řewîyeyî larî xomane ewî derde
dirûs bûnî le dayen karî nahemwar û lara bû