eka yadî minî bêçare qet ew şaye ḧaşa ne

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  325 views
eka yadî minî bêçare qet ew şaye ḧaşa ne
feramoşî ekem gyanim heta têdaye ḧaşa ne
qisûrî bextî xome def’eyê nakewme bîrî
biłêm namîhrebanî zeřřeyê lew daye ḧaşa ne
minim wêłî byabanî fîraq û bêbeşî dîdar
le perwane biłêm ew şem’e bê perwaye ḧaşa ne
eger çî nakes û na’ehil û na’însan û bêkarem
řeqîb wa tênega meylî diłim bew laye, ḧaşa ne
bînayî xome naqîs, derkî cîlwey guł eger nakem
çi nuqsanê le ḧusnî ẍunçe gułdaye ḧaşa ne
le sayey şewqî diłberda serim danawe nacûłim
be nakamî çilonim der eken lew saye ḧaşa ne
serusewday bulbul çon legeł gułda ezel pêk hat
dwayî qet heye bo ew ser û sewdaye? ḧaşa ne
le nêw polî xerîdaranî yusifPersonda biłêy derken
le řîzî mişterî em pîre bê sermaye ḧaşa ne
muqîmî astanî diłberim wa têmege «zarîPen name»
ke řû wergêřim û cê bêłim em dergaye ḧaşa ne