le bedrî ’alem ara lade řûpoş

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  331 views
le bedrî ’alem ara lade řûpoş
leme zyatir diłim ba hełnexa coş
cyayî toye ba’îs boye awa
minim bem core şêwaw û syapoş
xudaya firsetê xałî le eẍyar
le qendî lêwî piř kem baẍeł û koş
behaney seyrî baẍî meḧmû awa
dîdarî toye bo řendanî mey noş
be dîdarit ke bê dîdarî pakit
gułistanim le la naxoşe naxoş
mezaqim gerçî piřjare le dûrît
be yadî xakî pabosîte dił xoş
le awêney xeyała sûřetî to
hemîşe ḧazre nabê feramoş
heye û êjin legeł her nêş noşê
emin řazîm her sed nêş û yek noş
weha mestî şerabî şewqe «zarîPen name»
heta řojî qyamet nayeto hoş