be şewqit zînduwe em řenceřote

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  327 views
be şewqit zînduwe em řenceřote
mesûtêne diłî çun małî xote
be birjangit wekû ẍerbałe sînem
ciger let let be şimşêrî birote
weḧiş bû bazî fîkirim êste gîrî
tenabî tarî zulfî fîtne cote
eger çî dûre em beyney min û to
diłim gwêy her le deng û guftugote
ezanî boçî sêwim xoş ewê min?
nimûney diłpezêrî řeng û bote
le qendî lêwî wek le’ilit şefayê
bide bem zamî nasorî besote
ełê «zarîPen name» berokim berde, êjim
’elacim nakirê dił destemote