ey sedaqet pîşe we’det hate cê

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  309 views
ey sedaqet pîşe we’det hate cê
řesim û adabî mirwet wa ebê
baẍ sertîpî le ber xałî nebû
ey îlahî ta ebed xałî nebê
’îlletî çakî gya çakî tuwe
towî pak û çakî awa her bibê
sed keřet řeḧmet le gořî řîşeyê
xełfî řêk û řasî way eřwê le cê
dwê kerem fermûy kerîm ta mirduwe
min hetîwim bê qeyum nîme kesê
wêł û sergerdan û awarey wiłat
şarbeşar, kûçe kûçe, dê be dê
řêge nazanim xuda bo kwê biçim
çî bikem ya řebbî cêm des nakewê
gerçî lem nesle gelê aẍa û xan
mawin û pyawin «biḧmidililhArabic» welê
meşhedî tiryak û kellayî ’ereq
emřifênin dûbedû lêre û lewê
bo çirûkî em çirûkî hawere
pyawî jîr û zîrekî pê gêj ewê
xo be te’mî tałî ew abřû bere
’eqił řêgey řastî lê têk eçê
xercî em cûte ḧeyatî lê biřîn
wek gułî bê awin eẍłeb nêr û mê
derdî qerzarî zebûnî kirdûn
sext girtûnî miḧałe labçê
bo şifay em derde sextane dewam
ey xudawenda le zatî to ewê
sa be meḧzî fezil û fezlî meḧzî xot
em řicam em def’eye ředdo newê
ḧeyfe çun nesłî weha pak û necîb
tûşî derdî wa esef awer bibê
pêm wit ey tacî serî mîr û wezîr
ey cemałî ḧatemî «Arabic» mujde bê
edhemî wa ḧazre û çendê lewan
bo pezêrayî cenabî to gelê
«zaryaPen name» bêje kerem, ta mumkîne
ẍeyrî lay em deste cêgey tir neçê