şemî řuxsarî dagirsan û hate bezmewe dwênê

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  336 views
şemî řuxsarî dagirsan û hate bezmewe dwênê
be cergey bêdłan ḧusnî xuda pêdawî binwênê
hezaran murẍî zîrek gîr eda ew şoxe bê taye
be şêwey diłberî her wext le’lî lêwî bicwênê
leser řû perde ger ladat û řojî tel’etî derxa
beşer bê beş le hoş û dił, melek «laḧulArabic» exwênê
beher lada ke biřwanî ebînî meḧşerê berpa
’ecayb germe bazařî, xuda bazařî neşkênê
le şem’êkî weha dûrî qisûre û feřze nezdîkî
bełê hoşyar şexsêke ke feřzî wext neçwênê
le tarîkî hewada şemşeme kwêre neka menził
çîye ger bête ber em řoje çawî hoş hełbênê
le dewrî menziłî koko nexoş û saẍ wek pûrey
hengim dî em hemû sebre xudawenda le kwê dênê
ḧeqîqet xizmetî xełke terîqet, nek def û xencer
diłî kê peyrewî em qewle, ḧeqqe, ḧeq biselmênê
çira bû hat û řoyî kes nebû lî wergirê nûrê
nebû yek mişterî yek ḧebbe lew tuccare bistênê
le dawî mekirî dêwî nefsî bê însaf nemdîwe
ke bê ustad şagirdê bizanê pay derbênê
tesewur wa neka perwarî dabesrawî ser axuř
legeł laẍir myananî esîla pel bibziwênê
řyazet kêşî dił pakî le ḧîrs û arezû azad
ebê em goye lem meydane wek merdan biřfênê
’eqîdet wa nebê qet bê te’ellum bibye ’ellame
feqê nabête mamosa hetakû ders nexwênê
diłit ger zînduwe «zarîPen name» ebê teqlîdî mûsaPerson ka
le şagirdî xizirda bełkû ’îrfanê wedes bênê