bê xeber takey wekû weḧşî le dûy xurd û xewî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  368 views
bê xeber takey wekû weḧşî le dûy xurd û xewî
herçî kirdit ya ekey me’lûme merhûnî ewî
arezûy tobey sibeynête, hemû řojê welê
em benay emřosbey zû têk eda nefsî ẍewî
bo le karî çakeda řojê pelamarêkit neda
lem hemû fisq û ficûre bo ebê manû newî
merg wek şimşîrî bê kêlanî buřřaye were
serbiře bem tîẍe nefsî fêłebazî wek řewî
serfî ’umrî xo hetakey bo zexîre û mułk û mał
ẍerqî endûhî xorakî řoj û espabî şewî
her xîlafêkit ke dî bo kirdinî kewtîne baz
key ebê lem hemû çakane ke çakê bijnewî
pîr bûy û neqdî ’umirit çû be tałan ey esef
ḧasłêkit xo nebû xeylê xelaf û kecřewî
bo xerîk arayş û tertîbî małî bê beqay
her ke lêt me’lûme mîhmanî dû sê řoj û şewî
qasîdit wa hate ser bo koç xo amade ke
muhletit naden sibey, emřo, ebê amade wî
abřûy řîşî sipî birdin be etwarî qebîḧ
’eybe, aga be duçarî xecłetî sozî newî
wa le řuxsara tilû’î da «siryaArabic»y mûy ser
dane dane wek estêre hateder berz û newî
wek be çawî xot ebînî her zemanê bê guman
desteyê serxake cêgey, desteyê jêrî zewî
bê tefawet gyanî êmeş wek esêrey asman
her ke peyda bû ẍurûbêkî heye ẍafił newî
ta qyamet dê ebê bem core her bên û biřon
deste deste polî mexlûqat em paşî ewî
ca lewêda bo beşer me’lum ewê nefi’ û zerer
ca lewê dyarî eda padaş û ecrî peyřewî
bêbeş û meḧřûm ew deste ke baweřyan be bûn
waqî’ey řojî qyamet bê le diłda «mintiwîArabic»
na’umêd ew deste wa bo xo bitêkî berd û dar
da’enên û ser le berdemya enêne ser zewî
řûřeş ew deste be dewrî gwêlka řeqis û semaw
hay û hû hatuçoyane wekû wirç û řewî
quřbeser ew deste bêşerme mesîḧ û daykî
wek kuř û hemser ezanin bo xudawendî qewî
çawî ser wextê ke xêl bê, yek be dû teşxês eda
çawî xêlî dił deçête ser dûsed şit peřtewî
pake zatî ḧeq leherçî muşrîk û mulḧîd ełên
ew le ’alem bênyaz û xelq muḧtacin bewî
nagrî gwê bo qisey puçî nesarî û yehûd
ger be gwêy dił «qil hwalilh aḧdArabic» to bijnewî
dafî’î jengî nyaz û ’ecze «alilh alsimdArabic»
ger bibê çawêkî ḧeq bîn û diłêkî me’newî
«lim yildArabic» awir dexate gyan û małî sa’îbîn
wek «û lim yuldArabic» dełê bê ewwełe ḧałî ewî?
«lim yikin lihu kifwaArabic» têẍêke ’ecayb řîşebiř
bo biřînî bîxî buhtanî gurûhî ’îsewî
dînî îslamî nebê baqî piřupûçe û ’ebes
lar û wêr û bê esase û batłe û bêca, řewî
řestigarî wa le dînêka ke awî desniwêj
sûřetî însan ekate sûřetî mange şewî
menbe’î em dîne qur’anêke «zarîPen name» bê be dił
bo hemû eḧkam, dinya û qyamet miḧtewî