be dawî perçemî tatate dił gîr

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  262 views
be dawî perçemî tatate dił gîr
be birjangit biłê neydate ber tîr
ke em ahûy weḧşet hate gułzar
be dawî mîhir gîrî de, ne zincîr
be xende lêwî bizwan û be çawî
îşarey kirdimê bê sûde tedbîr
be awir ta nebê germ asnî serd
çekuş naka lewa çendan te’sîr
serim sûř mawe nazanim kelamî
nebatî mîsre, şehdî nabe ya şîr?
şerabî zîndegî eřjê le lêwî
mesîḧ asa zemanê bête teqrîr
temaşayekî gułzarî cemałî
dewayekî cwanî bexşe bo pîr
were saqî be camê bigre destim
çi cam? ew came wa nadan eka jîr
be bade ẍem be bade «zaryaPen name» çun
le bêdadî felek nakat teqsîr