wamzanî min ke ew name le cennet hate xwar

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  295 views
le cwawî parçe hełbestêkî kak «’elî mutexelîsPerson» be şêwaw em honrawem nûsîwe:
wamzanî min ke ew name le cennet hate xwar
çun be carê payzî kirdim be gułzarî behar
namey kê bû ’elî, kamîn ’elî? řołey selîm
ew selîme wa le małî řeḧmeta girtî qerar
kakî şêwawim, neşêwê naz û bazařî wefay
îltîfatî kird û kirdî lem feqîre pirsyar
şadmanî da be dił qaławî mîḧnet hełfiřî
her wekû ahûy seḧrayî le xofî řawyar
gyanî min şêwey emîrane eger řast ewê
lem feqîrane ke biřwanin be řeḧmet carubar
ẍîret û merdî û hîmmet îrsî xasî êweye
bo le destî ber eden bo bezmî tiryak û qumar
jîr bin, jîrane řê bigirin le řêge lameden
kam řêge, řêgey bapîrekanî hoşyar
řû be kêwî negbetî piř mar û piř azar eřon
pêçewaney pêşwanî xo biken řê îxtyar
pêşwanî ême ey «zarîPen name» be řeḧmet bin ełên
hîç cêgey şik nîye, guł, guł edat û xar, xar