şewm wa řoje bo ewne le ḧałî xom naḧałîm

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  411 views
şewm wa řoje bo ewne le ḧałî xom naḧałîm
dwayî hat ’umir û her xerîkî karî minałîm
meqamî daymî małî beqaye çî minî bê dił
le dinyayêkî awa bê beqada ẍerqî ser qałîm
berew menził fiřîn ew teyre azadane berq asa
ebê bo min be serda quř nekem bo bê peř û bałîm
be damanî xizir destim eger bişga wekû mûsaPerson
be bê sebrî ebê berdat ew deste bed’îqbałîm
çi layeq cilwegahî ḧusnî řuxsarî dił arame
diłî bê hoş û îdrak û le nûrî me’rîfet xałîm
be umêdî temaşayê gułałem awdêrî kird
kitupiř seylî bedbextî be carê gułşenî małîm
le ’ehdî şîrexorîmo heta pîrî nebû řojê
kiřêwey hewrî mîḧnet danepoşê, berzî û çałîm
le ’alemda ḧerîfê çun nemawe lêre bewlawe
min û tenhayî û kuncêkî tarîk û keř û lałîm
felek giryanî dê bo piştî çemyawey minî nakam
le barey cewrî em dewre ke biřwanête ḧemmałîm
xuda bê komekî to çûneder lem gêje nabê çun
felek ta xoşyekim pê eda pamałî sed tałîm
le řîzî dostana «zaryaPen name» cêgem nîye çunke
legeł bêganekana aşnayekî serumałîm