bê řefêq û ẍerîb û bê yarim

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  355 views
bê řefêq û ẍerîb û bê yarim
’aciz û diłişkaw û ẍembarim
wam le naw desteyekî weḧşîda
wa legeł ’emtera ser û karim
legeł em qewmeda îlahî çon
zîndeganî bikem çîye çarim?
destełatim nîye be seg bêjim
çiẍe... lem zîndegîme bêzarim
nîye řojê le karî bîd’etyan
deşt û der piř nekat hawarim
řeşbełek ḧecî ekbere layan
ger biłêm wa meken wekû xarim
le dił û cergyan heł’eçeqêm
bê şi’ûr û nefam û harim
dîn le ladê nemawe asarî
wa mezanin diroye guftarim
kufir ełê muşterîm bê ḧede
dîn ełê ah bê xerîdarim
witim bo la edey le řê kake
witî çibkem be nefse hewsarim
witim bê dayrey îta’ey heq
witî bo nabî dest berdarim
pîredayk ełê be qewlî mela
têk nabê biçêt řeftarim
řesmî bapîrekan têk meden
ew nezane emin xeber darim
bendeyî nefsim û qiset leẍwe
mede bê sûd «zarîPen name» azarim