perde lew řuxsare lade bawekû perwane şem

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  430 views
perde lew řuxsare lade bawekû perwane şem
awrî şewqî eto berda lexo ser ta qedem
gwê le qirçey cergî pare bigre çun sozî derûn
awrî waye ke awir lî eka wek berq řem
bê diłî xoşe eger diłdar, dił bênête cê
bulbulî xoşe eger guł bête xende subḧidem
em şiłêwe û řêjewî baran û tarîkî hewa
awî çaw û dûkełî ahî mine nek hewr û tem
gum ebê lem deşte tarîk û dirêjey hîcreda
ger le şewqî tel’etit bo dił çirayê hełnekem
aşna nabim witî xatir be nûrî aşna
tawekû mûsa le şîwî eymena me’wa nekem
çûne der ye’qûbî lew deşte be çil sał û emin
wa le heşta dam û lew cêda ke ewweł bûm hem
gîrî dinya kewtim û dawî firîbim kewte pa
cehil kêşamî heta xistimye nêw gêjawî ẍem
lem quřaweyda weha ẍerqim necatim muşkułe
kwa «tehmitenPerson»? hîmmetî xizrî? pena bo kê bibem
«zaryaPen name» kuncêk û nanêkî řeq û bistê ḧesîr
kafîye! zyatir leme espabî azare û elem