ey řoḧî řewan û nûrî çawim

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  353 views
ey řoḧî řewan û nûrî çawim
aramî derûnî piř le tawim
muḧtacî nesîmî lutfî toye
pejmurde gułî diłî şikawim
feryadřesî eger nefermûy
bê qedir û beha, pena nemawim
komek ke neka cenabî luqman
nayête dero diřk le çawim
destê be kerem nedeyte bałim
ser ta be qedem qumî quřawim
wa xo dexeme ḧesarî lutifit
biřwanîye karî natewawim
tedbîr çîye? selaḧ çone?
çibkem ke gelê hewa biławim
bazî keremit meger be hîmmet
nêçîrî emel bixate dawim
em jengî derûne ger weha bê
têẍêkî le xakeda řizawim
pakane bike nezer le napak
pakim kerewe ke min xirawim
«zarîPen name» nîyetî ẍemê ke çun toy
dermanî derûnî piř zuxawim