yadit dêwaney kirdim nema sebir û qerarim

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  415 views
yadit dêwaney kirdim nema sebir û qerarim
mirdim nehatî carê , bipirsî ḧałî zarim
dûrît ’ezabî elîm, wesiłit cennatî ne’îm
’alem hemû ezanê etoy beheşt û narim
le sayey çawî kał û dû ebroy wek mêḧrabit
demê îmamî tekye, demê dêwaney şarim
ke řûm lê wer’egêřî řojim lê ebê be şew
wextim bê to her şewe, wesłî toye neharim
karim çîye be seḧra, be seyrî baẍ û bêsan
dîdarî toye baẍim, gułistanim, gułzarim
řût wergêře bem lawe, nûrî çawim nemawe
bełkû řoşin bêtewe, dîdey tarîk û tarim
lew řojewe be perçem řojî řuxsarit poşî
degate banî felek seday şîn û hawarim
tekan mede be zulfan bo girtinî diłî min
ber lewe bême dinya, bew dawe giriftarim
bo kuştinî ḧerîfan wextê deka îşare
hezarê bê gyan eka be yek ’îşwe nîgarim
mirdû eweye řîşey cergî nebřê peykanit
zîndû minim sertapa, bew tîre birîndarim
nazî çawan emkujê hemû řojê sed def’e
çî ebê le’lî lebit carê bika tîmarim
quwem nemawe bêm, bê , pê le ser çawim danê
bełkû muşeřef bibê be xakî pat, řuxsarim
namdiwênê lêm beqîne, ahî derûn betîne
weřezim, heras lem jîne, le ḧalî dił bêzarim
qedit darî tûbaye, ’alemî lebin daye
řêm de bême ew saye, gedam, řûtim, hejarim
mîwey darî wefaye, ẍunçey baẍî sefaye
«zarîPen name» xakî asaney şifaye bo azarim