bîstûme meřêkî bestezwan

wituwêjêkî meř legeł şwan
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  562 views
bîstûme meřêkî bestezwan
tûře bibû, emey ewt be şwan:
ey le însaf û pyawetî bêbeş
dił řeqî xwanenasî na’însan
to meger hîç êş naga pêt
hîç muḧtac nî be aw û nan?
bedenî to meger le połaye
xwênî têda nîye û řeg û êsqan
be heway germ û serd ’aciz nît
le bedenta nîye meger to gyan
pêm biłê boçî wa be bêřeḧmî
qaç û qulman edeyte ber goçan
gurgiman boçî tê ekeyt û dûr
řa’ewêsî û xot ekey be nezan
def’eyê tînwetît neşkanîn
ałfî toy nedîwe axuřman
nîwey wa le birsa mirdîn
nîwey tir le tînwa xinkan
subiḧ û êware pak emandoşî
le penîr û le şîr û lorkiman
hîç zanîwte ta çi endaze
pûł wer’egrî û eyxeye gîrfan
swêr ebê bo nebê demî êmey
quř beser, def’eyêk be xwêtan
awga bogen û leweř boje
peçe naxoş û tengeber kotan
sim swawîn û dem biloqawî
gene têdaw û şelke bê derman
şîr çon bête gwanman axir
aw û ałf eger neden pêman
bo temaşay sifreket nakey
şam û nehar û wextî berqilyan
çon eřazênnewe be xorakê
ke le êmey dirûs eka kaban
dûgî nebêt çêştî çewr
her le xewda meger biden pêtan
keşk û řonit le şîrî êmeye bo
dokułîwî beharî û zistan
mas û doman be fîřo řoyî
qat bû tamî çêşt bo xêzan
gurge dwa şwan, bêrî doş řêwî,
meşkejen wirç û gurbeye keredan
mişk wa bergin û xurî xwardîn
bê beře û bê piłase dîwaxan
layêko gurg berx eřfênê
layêko wirç koz eka tałan
xot danîştûy û bilwêrit
dengî egate esêrey keywan
xwa heł’egrêt na’emînî, wa
noşî gyanit nebêt şerit û nan
wa mezane ke ême bê kes bîn
pirsyarê ekat xawenman
bêtu em mêgelet berełła key
toş berełła ekat destî zeman
nařeḧetyan eger bexêw bikey
pêt ełên gurg, pêt nałên şwan
çunke şwanî meqamî pyawane
toş şwanî bike wekû pyawan
«zaryaPen name» bîstûte be şwanî
çî wedes kewt mûsay ’îmran