mebe meẍrûr bem muddey jyane

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  409 views
mebe meẍrûr bem muddey jyane
mîsalî ard ethařê zemane
le beynî berde aşî jêr û jûra
benî adem wekû gendum wehane
le xuldaye peyapey xełk ehařê
be pîrîda dyare noremane
ebê însanî zîrek bo feramoş
bika em aşe sergermî geřane
qesab amade bo kuştar û perwar
serî ta şanî ẍerqî kaw û dane
be sermana demadem merg ebarê
welê em barşe qetrey nîhane
serim sûř mawe tê nagem le mirdin
emanyan key we des hêna emane
ke bem core serapa ẍerqî dinyan
ewî xofî qyamet bê nyane
temaşa! her hengawê heł’ehênin
berew mirdin eřon em zînduwane
le kwêda xewtûn bapîrekanit
le xewgayan biřwane û bizane
le toy xaka be řûtî řakşawin
zewî hem feřş û hem pałşityane
dû sê řojêkî tir«xwahî nixiwahîPersian»
le wêda toş enûy bê gumane
řefîqî lazme em çołgaye
şemî pêwîste, em tarîksane
le xewgahêkî awada be tenha
ke cêgey pirsyar û îmtîḧane
be ẍeyrî peyřewî qanûnî îslam
lewêda «zarîPen namea» çî piştîwane?