xuda çibkem le des em çerxe dûne

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  338 views
xuda çibkem le des em çerxe dûne
seraser karekanî wajgûne
ne texfîfî be barî xatirim da
ne řêgey boçî waw û çend û çûne
perêşanî û piř karî û zeḧmet
kiławêke be ser minda nixûne
be her tarî řeg awêzane sed derd
biçûkyan wek gulî, sîl û cinûne
gilet lêm kirdibû boçî nehatî
nehatim, çun qwey hatim zebûne
mewan’ ewne bê payan û zore
le quwey eqił te’dadî bîrûne
hemû wextim le ber derdî peşêwî
şewî tarîke, er sed řojî řûne
se’adet wa le bezmî dostana
nehatin îşî bo mumkîn nebûne
be meqsûdim neçerxa def’eyê çerx
be tenha her legeł minda çetûne
le baẍî wesłî yarana beşî min
henasey serd û xwênawî derûne
mubarek bêt ew dîdare lêtan
ke bo dił cêgey aram û sikûne
be xêr bêto, bexêr hatûnewe çun
se’adettan yar û řehnimûne
becêma «zarîPen name» em def’e le yaran
şika mînay û kûpey seringûne