le şewqî qametî ew guł’uzare

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  388 views
le şewqî qametî ew guł’uzare
diłim emřo be sed mîḧnet duçare
çi lêqewmaw û bedbext û perêşan
çi damaw û melûl û derdedare
hemû peykanî endûhe newek mû
ewî mûyê le e’zama dyare
ewendem tîrî ẍem wa pêwe, cestem
wekû jîşk serapa ẍerqî xare
le ẍem xałî nîye yek leḧze sînem
be şîwen awedan û bêqerare
le marî zulfî bê řeḧimit bipirsî
ezanî çende dił zexmarî mare
be çawî kałit em çawane awî
le dûrî to wekû hewrî behare
hemû tawanî çawanî ’ecûle
le ser kahî dił em kohane bare
minî fewtan û xoşî xiste gêjaw
çi gêjawê? ke napeyda kenare
were saqî be camê bigre destim
çi cam? ew came bo em derde çare
peyapey têke lutfê ke, be yadî
lebî le’il û dû çawî ew nîgare
be bê hoşî meger em řêge tey bê
ke hoşyarî hemû gerde û ẍubare
meke «zarîPen name» le bezmî bade men’im
le sayey badewe leylim, nehare