em def û tepił û dimek lêdane

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  381 views
em def û tepił û dimek lêdane
ey xełîfe pesendî şer’ nîye
tîẍ le xodan û berd hełlûşîn
hîç dexłî be esił û fer’ nîye
wa ezanim emane to eykey
ẍeyrî adabî ehlî ser’ nîye
xwardinî małî le řû damawan
şêwey ehlî zuhd û wer’ nîye
hedere û bê semer ewî karê
ke be mîzanî řasî şer’ nîye
baẍî teqwa ezanî bo wişke?
xakî dił muste’îdî zer’ nîye
wa dyare etoş wek «zarîPen name»
xeberêkit le babî wer’ nîye